Hêzên Parastina Gel (YPG) li herêma başûrê Tirbespiyê operasyona şoreşgerî ya bi navê “Dilsoziya bi şehîdên Qamişlo û Kobanê re’ da destpêkirin. Di operasyona şoreşgerî ya hêzên YPG’ê de bi komên çete re şerê giran pêk hat.. Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan ya ANHA’yê di çarçoveya operasyona pevçûnên dijwar rû dan û gelek endamên komên çete hatin kuştin, her wiha gelek cebilxane jî hate desteserkirin. Di encamê de hêzên YPGê 16 gund ji destê çeteyan rizgar kirin. Navê gundên ku hatine rizgar kirin wiha ne: gundê Mihemed Diyab ku wekî navendeke stratîjîk a komên çete dihat zanîn û gundên Mirr, Sofiya, Taya, Mezlûma, Ribêda, Mihemediyê, Riheya biçûk, Xirbê Sim, Xirbê Cihaş, Huriyat, Huriyat a Jêrîn, Huriyat a Jorîn, Um Kirênat, Nebbûa û Zahîriyê.

TIRBESIPIYÊ