Cara yekemîn li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, deste û meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 30`ê Hezîranê de dest bi hemleya paqijiyê ya bi navê “Welatê me mala me ya mezin e, em paqijiya wê biparêzin” kir.

Di çarçoveya hemleyê de her hefte rojek tê diyarkirin ku hemû saziyên di bajar û navçeyan de herêma xwe paqij bikin.

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo jî roja şemiyê wek roja paqijiyê hate diyarkirin.

Bi beşdariya hemû saziyên navçeyê, sûka navendî û kolana giştî ji ber meclisa navçeyê heta dawiya kolana giştî ya li ber Navenda Hêzên Ewlehiya Hundirîn hate paqijkirin.

 ANHA/QAMIŞLO