Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku sala 2019’an li Tirkiyeyê 474 jin hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe  ya şideta zilaman li dijî jin û zarokan a sala 2019'an eşkere kir. Platformê, di raporê de bal bire ser komkujiyên li dijî jinan ên her sal zêdetir dibin û diyar kir ku raydarên sazî û dezgehên dewlet û hikûmetê bi awayekê xemsar nêzî hewldanên jinan ên ji bo bicihanîna Hevpeymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284'an bûne.

Li gorî daneyên KCDP'ê îsal 474 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di raporê de hat gotin, li malê, li ser rê, li behrê, li ber robaran gelek jin bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin. Her wiha di raporê de hat gotin, jinên ku biryara parastinê ji bo wan hatibû dayin û dema ji doza hevberdanê vedigeriyan, hatine qetilkirin û tevî ku jinan xwestiye biryara parastinê bê dayin jî, ev yek pêk nehatiye. Hevberdan wekî hincet hatiye nîşandan û gelek jin bi vî awayî hatine qetilkirin. Jinan ji ber ku daxwaza zewacê qebûl nekiriye jî hatin kuştin. Jinên ku ji ber şidetê reviyan û li sitargehan bi cih bûn jî hatine kuştin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN