Yalti yê ku got ew em dixwazin pêşiya koçberiyê bigirin wiha berdewam kir: „ Li vê axê çandek tune dibe. Ji bo ku pêşiya vê bê girtin divê derfet bê dayîn û xwedîlêderketin hebe. Divê pêşiya koçberiyê bê girtin, ji bo vegera welat derfet bê dayîn û guhertina ferasetê şert e. Heke feraset biguhere em ê bên. Hin proje dikare bê amadekirin. Mînak Şaredariya Sûrê vê yekê dike û mala olê vedike. Ji bo ermen, misilman, êzidî, elewî, keldanî bên ba hev mala ol tê çêkirin. Di van rojan de dê bê vekirin. Em dixwazin ev proje li Êlihê bê kirin.“
Adnan Pekgul jî diyar kir ku pirsgirêkên ku Yaltî tîne ziman pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî ne û ji bo ku çandên li vê axê bijîn divê piştgirî bê dayîn. Pekgul destnîşan kir ku ew bi vê nîzîkatiyê roja ku hatine ser kar heta niha bi rewşa êzidiyên li Celleyê ve eleqedar dibin û wiha berdewam kir: „Me ewil serdan pêk anî. Ji bilî vê jî di navbera Şaredariya Êlih û Celleyê de pêkanîna şaredariya bira pêk bû hin xebat hatin destpêkirin. Ji bo vê projeyên domdar pêwist e. Em ji bo vê dixebitin. Çi pêwîst be em ê bikin. Ev der bajarê we ye, divê em şopên tiştên bi êş ji holê rakin. Guhertinên girîng hene. Divê ev guhertin bi projeyên cuda bê pêşxistin.“
DÎHA/ÊLIH