Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, ji ber gefên Soylû û dirêjnekirina dema kartên çapemeniyê yên rojnamevanên Elman, hişyariyeke tund da welatiyên xwe yên difikirin ku ji bo betlaneyê biçin Tirkiyeyê.
Dema kartên çapemeniyê yên şefê buroya Stenbolê ya ZDF’ê Jorg Brase, nûçegihanê rojnameya Tagesspiegelê Thomas Seibert û rojnamevanê ji bo NDR dixebite Halil Gulbeyaz, belasebep ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve nehatibû dirêjkirin.
Ev hewldana Enqereyê ku ji bo pêşgirtina li karê rojnamevanên Elman ên li Tirkiyeyê, bû sedema nerazîbûna tund a rêveberiya Berlînê. Lê belê rejîma Erdogan li şûna ku di vê mijarê de paşve gavê biavêje, Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû gef li welatiyên li Elmanyayê xwaribûn; “Yên li Ewrûpayê, li Elmanyayê tevlî civînên rêxistina terorê dibin û piştre jî tên li Antalya, Bodrûm û Mûglayê bêhnê vedidin, me li dijî wan tedbîr girtin. De ji wan tê bila bên, bila ji balafirgehê bikevin hundir.” Van gefên Soylû cihekî berfireh di çapemeniya Elman de girtibû.
Tirkiye dikare we bigire
Wezareta Karên Derve ya Elman piştî herdu bûyeran, li ser malpera xwe ya înternetê ya fermî ji bo welatiyên xwe yên plan dikin ku ji bo bêhnvedanê biçin Tirkiyeyê, metna xwe ya ji bo hişyarkirinê nû kir. Wezaretê ji welatiyên Elman re got, “Ji bo li Tirkiyeyê neyên destgîrkirin, gelekî hay ji xwe hebin.”
Wezaretê ragihand ku dibe ku astengiyên nû derkevin pêşiya nûnerên civaka sivîl û medya Elman û diyar kir, “Mijarên ku li gorî qanûnên Elman azadiya fikir û îfadeyê ne, li Tirkiyeyê dibe ku bibe sedema astengkirina pîşeyê we û cezakirina we.” Wezareta Karên Derve da xuyakirin ku kesên li ser medya civakî hikûmeta Tirk rexne kiribin, dibe ku bên destgîrkirin.
Di vê navberê de, li gel hişyariya li ser ger û geşta li Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Elman Heiko Maas, li ser astengkirina rojnamevanên Elman bi tundî Enqere rexne kir. Maas ji rojnameya “Tagesspiegel am Sonntag” re axivî û got, “Ne ya qebûlkirinê ye ku pêşî li karkirina rojnamevanên Elman û Ewrûpî tê girtin.”
Li Tirkiyeyê herî kêm 5 welatiyên Elman ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl tên girtin. Di nava wan de hunermenda Kurd Hozan Canê jî heye. Ew di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tiriyeyê, lê hatibû girtin. Dadgeha Tirk 14’ê Mijdara 2018’an 6 sal û 3 meh ceza li Hozan Canê birîbû.
BERLÎN