Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom di bersiva nameyê de û bi gotina “Kurdo yê dilovan û komeleyên ku binpêkirina azadiya çapemeniyê û ramanê ya li Tirkiyeyê xistine rojevê” dest bi bersivê kir: “Hikûmet, mîna we bi fikar rewşa li Tirkiyeyê dişopîne. Em bûyerên li welêt ji nêz ve dişopînin û di daxuyaniya xwe ya piştî hewldana darbeyê ya mehên havînê de, min ji hemû aliyan xwestibû ku li gorî pîvanên demokrasiyê û dewleta hiqûqê tevbigerin.”
ANF / STOCKHOLM