Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)daxuyaniyek weşand û diyar kir, bi biryara dadgehê re şerê li Tirkiyeyê bi rengekî fermî hatiye naskirin û êdî îdîayên ‘terorîst’ ên dewleta Tirk dike, derbas nabin.

Dozgeriya Federal a Belçîkayê, di sala 2010’an de li dijî gelek saziyên Kurd û şexsiyetên weke Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar û Adem Ûzûn bi sûcdariya terorîzmê, lêpirsîn dabû destpêkirin. Dadgeha Brukselê ewraqên lêpirsînê nirxand û biryar da ku pêwîstî bi darizandinê nîne.

Dadgehê hikum da, ku li Tirkiyeyê şerekî çekdarî tê meşandin, lewma nabe qanûnên terorê bên bicihanîn. Dadgehê destnîşan kir, eger îdîayên têkildarî saziyên çapemeniyê yên Kurd ên navê wan di dosyayê de derbas dibin bên darizandin, ev yek wê bibe binpêkirina azadiya ramanê.  


 ANF / BRUKSEL