QSD’ê di 23’ê Kanûna 2015’an de li başûrê Kobanê hemleyeke rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin û ji komên çete li başûrê Bendava Tişrînê paqij dikirin, rastî şikeftekê û bermahiyên kelehekê hatin. Piştî ku şervanan naskirin ku ev devereke dîrokî ye, parastina wê deverê zêde kirin û fermandariya xwe agahdar kirin.
Devera hatiye vedîtin, ew e ku hin mal di bedena zinarekî binerd de hatine kolandin. Her wiha gelek bermahiyên dîwarên kelehan jî li heman deverê hatin vedîtin.
Lêkolîn wê were kirin
Devera hatiye vedîtin dîroka wê yan vedigere kîjan şaristaniyê ne diyar e. Her wiha lêkolîn lê hatine kirin an na yan jî çeteyên DAIŞ’ê tiştek jê dizîne yan na, ne diyar e.
Welatiyên herêmê destnîşan kirin ku di dema rêjîma Baasê û piştre çeteyên DAIŞ’ê de, çûndina vê deverê qedexe bû û gotin ku piştî rêjîm ji herêmê reviya hin şivanên herêmê pezên xwe di van şikeftan de diparastin.
Şervanê QSD’ê Elîşêr derbarê vê deverê ji ANHA’yê re wiha got: “Piştî ku me herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, di lêgerîna me ya kunên çeteyan de em rastî van şikeftan hatin. Em derbasî hin şikeftan bû û hin şikeftên din ji ber gumana ku dibe çeteyan ew mayîn kiribin, em derbas nebûn. Şikeftên em derbasî wan bûne, wekî malan di hundirê zinar de hatine kolandin.”
Endamê fermandariya eniya bendava Tişrînê ya QSD’ê Egîd Kobanê jî derbarê heman mijarê de got ku wan li devera Bendava Tişrînê gelek deverên şûnwarên dîrokî vedîtine û piştî piştrast bibe ku metirsiya mayîna li van deveran tune ye, ew ê rê bidin dîroknas û pisporên şûnwaran, da ku van deveran lêkolîn bikin.
Egîd Kobanê di berdewama axaftina xwe de got ku yek ji erkên wan ew e ku dever û şûnwarên dîrokî yên herêmê biparêzin.