
Li Tokyoya Japonyayê Koma Xwendevanên Zaningeha Tokyoyê ya Civakên Pêşverû li ser çapemeniya Kurd semîrek li dar xist û rojnameya me Ozgur Polîtîka jî vexwend.
Di seminera ku xwendevanên zaningeha Tokyoyê beşdarbûne de nûçegihanê me Eyyüp Kurt domdariya kevneşopiya dîroka çapemeniya Kurd a di sed salên dawî de vegot. Kurt bal kişand ser rewşa dawiya bi îlankirina Rewşa Awerte re derketî holê û diyar kir ku bi vê yekê hemû dezgehên çapemeniya Kurd hatine girtin, rojnamevan di girtîgehen de di bin zextan de têne girtin. Her wiha Kurt di nav axaftina xwe de bi bîr xist ku li gor raporên Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas niha dewleta Tirk 150 rojnamevan dîl girtine.
Zextên Tirkan yên li çapemeniyê
Kurtê di axaftina xwe de ji xwendekarên zaningehê re behsa Musa Enter û Hrant Dink kirî di heman demê de anî ziman ku dewleta Tirk zextan ne tenê li çapemeniya Kurd dike, li çapemeniya muxalif jî dike û Kurt wiha domand: “Kurdan di sed salên dawî de li ser axa xwe derfet nedîtin ku gelek xebatan bimeşînin. Gelek caran neçar man li derveyî welatê xwe televîzyon û rojnameyan vekin. Ji ber ku gelek caran xebatkarên çapemeniya Kurd hatin kuştin, kovar û rojnameyên wan hatin qedexekirin. Ji van kedkarên çapemeniyê yê hatî kuştin yek jê Apê Musayê li navenda Amedê hatibû qetilkirin e.
TOKYO