Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê roja Yekşemê festîvala Kurdan hate lidarxistin. Parlamenterê berê yê HDP’ê Ahmet Yildirim û rojnameger Mûtlû Çîvîroglû di festîvalê de axivîn û hunermend Mikaîl Aslan, Seyda Perînçek û Alî Zendî jî derketin ser dikê û stran gotin.

Di festîvalê de koma folklor û muzîkê ya zarokan gelekî bal kişand ser xwe. Parlamenterê Partiya Lîberal Michael Levitt û parlamenterê partiya Conservative Peter Kent jî di festîvalê de axivîn. Ji xeynî parlamenteran nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî festîvalê de axivîn.

Di festîvalê de xwarinên Kurdan hatin pêşkêşkirin û çanda Kurdan hate danasîn.

 

 ANF/TORONTO