Di daxuyaniya TŞYG’ê de wiha tê gotin:

“Hêzên me li Sanayiya navçeya Maçka ya Trabzonê di 19. Tirmehê saet 08.30’an de li dijî polîsên Tirk çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 15 polîsên Tirk bi bandor hatine gulebarankirin, 11 polîs hatine kuştin 4 jî hatine birîndarkirin. Heman wextê avahiya emniyetê jî bi çekên otomatik hatine gulebarankirin.

Ev çalakiya ji bo bîranîna berxwedana 14 Tîrmehê û salvegera şehîdên qetlîama Pirsûsê hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê nijadperestan êrîşî avahiyên Kurdan yên li heremê kirin.”