
Çalakiya şermezarkirina Eûtelsatê ya li Kolnê dewam dike. Her wiha Kurdên li Elmanyayê, wê li 6 bajaran biryara Eûtelsatê şermezar bikin. Çalakiya li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo roja Pêncşemê û vir ve tê lidarxistin. Çalakî pêr ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Troîsdorfê dewr girtin. Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî ya Kolnê tê lidarxistin. Çalakgeran têkildarî zext û zordariya dewleta Tirk a li Kurdan, demokratan û hemû mûxalîfan, daxuyaniyek dan raya giştî.
Li 6 bajaran çalakî hene
Kurdên li Elmanyayê, wê li 6 bajaran biryara Eûtelsatê şermezar bikin. Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan bang li her kesî kir, ku piştgiriyê bidin televîzyonên Kurdan.
Kurdên li Elmanyayê dijîn, ji bo xwedî li qenalên televîzyonê yên Kurdan Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê derkevin û şîrketa Fransayê Eûtelsatê şermezar bikin, wê sibe li 6 bajaran xwepêşandanên girseyî lidar bixin. Xwepêşandan wê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê organîzekirin û wê li bajarên Berlîn, Hambûrg, Frankfûrt, Hannover, Dusseldorf û Stûttgartê werin lidarxistin.
Ji bo piştgiriyê bang li her kesî kir
Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan diyar kir, wê li dijî vê biryara Eûtelsatê îro(şemî) li 6 bajarên Elmanyayê çalakiyan lidar bixin û nerazîbûnê nîşan bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN