Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê û li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.
Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe pêk anî. Bi qasî 150 endam û mêvan tevlî kongreyê bûn. Hevberdevka NAV-DEM’ê ya Bayernê Vesîle Sonmez Han û siyasetmedar Huseyîn Denîz jî li kongreyê amade bûn. Di encama kongreyê de Pervîn Erol û Halît Gun weke hevserok hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Ji Serok Apo re azadî” qediya.
Kongreya NCDK a bajarê Frîeboûrg ê Swîsreyê jî bi beşdariya bi dehan Kurdistaniyan pêk hat. Qisekeran bal kişandin ser danûstandinên Astana û Cenevreyê û diyar kirin, têkoşîna gelekî nabe tine bê dîtin. Di dawiya kongreyê de Bedriye Ogûz û Huseyîn Cebedag weke hevserok hatin hilbijartin.
ÛLM / FRÎBOURG