Li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, 200 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin. Jinên ku dest bi girêva birçîbûnê kirin diyar kirin heke ew neyên berdan, ew ê çalakiya xwe dewam bikin. Li gorî nûçeya navenda Mafê Mirovan, 200 jinên girtî li zindana navendî ya bajarê Urmiyeyê, dijî rewşa heyî û metirsiya belavbûna vîrûsê, pêr dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Diyar bû, pêr jinên ku dest bi girêva birçîbûnê kirine xwarina xwe ya nîvro rijandine û diyar kirine heke ew neyên berdan wê çalakiya xwe bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN