
MEHMET TARHAN / MONTREVÎDE
Bi navê ‘Kurdistan en Uruguay (Kurdistan li Uruguayê ye)’ çalakiyên mehekê, di 15’ê Adarê de dest pê dikin. Çalakiyên ji aliyê Tevgera Jinên Kurd, Muzeya Koçê ya Monrevideo (MUMI), Şaredariya Montevideo û komaleyên çand û hunerê yên Şaredariyê ve hatî amadekirin, bi du beşên bi navên Jin - Mujeres de Kurdistan (Jinên Kurdistanê) û Azadî - El Precio de la Libertad (Berdêla Azadiyê) pêk tên.
Ev xebata ku Tevgera Jinên Kurd wê bi armanca danasîna çand û dîroka Kurdan ji gelê Uruguayê re bike, yekemîn xebata bi vî rengî ya li Uruguayê ye. Beriya ev xebat dest pê bikin, di nav gelê Uruguayê de ku xwedî kevneşopiyeke şoreşger e, kelecanekê rû daye. Her wiha bi danasîna xebatê ya di maşînên nav bajêr û billboardên bajêr de hêvî tê kirin ku elaqeya gel a ji bo xebatan zêdetir bibe.
Jinên Kurdistanê
Pêşangeha wêneyan a Jin-Kurdistan beşdaran bi kevneşopiya berxwedana jinên Kurd a ji doh heta îro re û bi danaheva çandî re rûbirû dihêle. Pêşangeha bi alîkariya wênekeş Veysi Altay hatiye amadekirin, hewl dide bi berhemên di bin sîwana jinê de çand û dîroka Kurdan bide naskirin. Dîsa di heman pêşangehê de cil û bergên Kurdî û alavên Kurd di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin, wê bên pêşandan. Di nav danhevoka wênayan de wêneyên Leyla Qasim, Sara, Zîlan, Bêrîtan û Arîn Mîrxan ku ji bo gelê Kurd bûne sembol, hene.
Di beşa ‘Berdêla Azadiyê’ de pêşangeh bi berxwedan û têkoşîna gelê Kurd bi perspektîfeke dîrokî dadikev. Li gel wêneyên berxwedanên Kobanê, Cizîr, Sûr û Şengalê wêneyên serhildana Agirî, tevkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helebce, Enfal û Dayikên Şemiyê jî cihê xwe digirin.
Heta dawiya Gulanê
Di rêze çalakiyan de ku îro wê dest pê bikin û heta dawiya Gulanê bidomin, panelên cûr bi cûr jî wê hebin. Ji zanîngeha Uruguayê, pispora Rojhilata Navîn, Susana Mangana, nûnera Tevgera Jinên Kurd a Emerîkaya Latîn Melike Yaşar, ji Dayikên Plaza de Maya ya li Arjantînê Nora Morales Cortinas, hunermenda Kurd Sosin wê li ser Tevgera Jinên Kurd û çanda Kurd axaftinan bikin.
Li Montevideoyê pîrozbahiya Newrozê
Bîrozbahiyên Newrozê wê di 20´ê Adarê de bi pêşwaziyekê dest pê bikin û heta 21’ê Adarê bi konsera Sosin wê bidomin.
Di pêşwaziyê de ku Muzeya Koçê ya Montevideo wê amade dike, tê payîn ku gelek sîyasetvan, akademîsyên û hunermend beşdar bibin. Beşdar wê bi xwarinên Kurdî bên pêşwazîkirin. Hemû gelê Montevideoyê ji bo konserê hatiye vexwendin û tê payîn ku ji bajarên din yên Uruguayê û Arjantînê jî mirov tevlî konserê bibin.
Têsîra Şoreşê li Uruguayiyan bû

Ji organîzetorên rêzeçalakiyên ‘Kurdistan en Uruguay’ û nûnera Tevgera Jinên Kurd a Emerîkaya Latîn Melike Yaşar diyar dike ku bi van xebatên xwe armanca wan ew ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Jinên Kurd bi rayagiştî ya Emerîkaya Latîn bidin nasîn. Yaşar a ku ev zêdeyî salekê ye li Emerîkaya Latîn li ser navê Tevgera Jinên Kurd xebatan dimeşîne, got: “Heta ji destê me hat, me xwest em ji hişmendiya pozîtîvîst a çand û hunerê dûr, xebatên xwe amade bikin. Ji berdêla em çandê tenê wek dans, muzîk, xwarin, cil û berg û hwd. bidin nîşandan, me xwest ji bingeha berxwedana gelê Kurd ku ji nişfan dewrî nifşan dibe, sûdê wergirin.”
Yaşar bal kişand ser têsîra Şoreşa Rojava ya li Urguayiyan bûye û got: “Hemû destketiyên Kurdan, pêwîst e di nav tarîxçeya xwe de bên nîqaşkirin da ku were zanîn ku ev ne serketinên rojane ne. Em van xebatên xwe wek alavekê dibînin da ku em karibin bidin fêhmkirin ku berxwedan û têkoşîn parçeyên çanda Kurdan in.”
‘Em Kurdan silav dikin’
