Şaredariya bajarê Elmanyayê Nurnbergê di meseleya sansûrkirina Kurdan û hunerê elaqedarî Kurdan de gaveke din avêt; êdî wilo bû ku mirov hew ji kirinên otorîter û sansûrker ên li Elmanyayê ecêbmayî nemîne. Ka bê êdî kengî wê hunermendên pêşî pena xwe ji elmanyayê bigihînin welatên din. Mesele jî bi kurtî ev e; konsolosê giştî yê dewleta Tirk li Nurnbergê telefonî şaredarê bajarê mezin ê Nurnbergê Ulrich Maly dike û dixwaze ji pêşangehekê fografekî rake. Yanî kanalên dîplomasiyê ji bo sansûrkirina hunerî li welatekî din tê bikaranîn. Şaredar jî dilê konsolosê giştî nahêle û vî wêneyê dide rakirin.

Tiştekî welê diviya skandalek bûya, lê diyar e şaredarî hîç ber xwe neketiye; ya bûyî hatiye serê wênegir û rojnamevana Fransî Laurence Grangien, ew şok bûye, û fêm nake.

Şaredariyê da zanîn ku wê serê hefteyê ev resmê hanê ku li ser wêneyekî Ocalan jî hebû ji pêşangeha li Kulturzentrum Sudpunktê daye rakirin. Resmê ku dane rakirin ê Jine ji Hêzên Parastina Civakê (HPC) ye ku li Rojava di mekanekî de ye ku li ser maseyê û li ser dîwarên avahiyê wêneyê Ocalan xuya dikin.

Bi propagandaya terorê hat gunehbarkirin

   

Şoka wênegira Fransî ya ku rexneyan li PKK´ê digire di rastiyê de eşkere bû, lewma şaredarê Nurnbergê ew bi propagandaya terorê jî gunehbar dikir: “Ji bo çi ev wêne diviyabû bê rakirin? Ma ez rekala PKK´ê dikim? Ev ne rast e. Ez bi tenê dengê wan mirovan im, wekî din tiştekî din nîne.”

Sudpunktê bi xwe ev wêne ji bo reklamê bi kar anîbû, lê li ser giliyên Tirkên neteweperest û faşîst galeriyê wêne ji ser malpera xwe ya Facebookê jî rakir ji tirsa ku nekeve ber taqîba cezayî li Elmanyayê. Dewleta Elman ji sala 1993´yan ve bi biryareke ne hiqûqî ya wezareta karê hundir PKK qedexe kiriye û bi hezaran Kurd heta îro li welatê ku pena xwe gihandinê mexdûr kirine. Îro jî deh girtiyîn siyasî yên Kurd li Elmanyayê hene.

Beriya niha jî şaredariya Linz am Rheinê ji pêşangeheke şêwekariyê xwestibû resma şêwekar Alî Zulfikar rake, û li ser helwêsta şêwekar a li dijî vê sansûra bi zora konsolosxaneya Tirk, ev mijar ketibû rojeva Elmanyayê. Lê diyar e, dewleta Tirk wê li Elmanyayê bi hêsanî karibe huner sansûr bike.

 

NURNBERG