
Li Wanê îro Rojên Şanoyê yên ku HDP li dar dixe, dest pê dikin. Bernameya Rojên Şanoyê wê îro bi lîstika li Salona Vatsoyê a bi navê ‘Dawiya Dawî’ dest pê bike. Li Wanê îro bi pêşengiya HDP’ê bernameya Rojên Şanoyê ku wê du rojan dewam bike tê destpêkirin. Bername îro li Salona Vatsoyê bi lîstika derhêner Kemal Gokhan Gurses a bi navê ‘Dawiya Dawî’ seat 18:00’an de dest pê dike. Her wiha di lîstikê de tenê lîstîkvan Ozcan Ateş cih digire û Lîstîk bi laqirdiyan dest pê dike.
Di çarçoveya bernameyê de lîstîka bi navê ‘Qirix’ jî dê roja dawîn a bernameyê, 24´ê Gulanê li salona Vatsoyê bê pêşandan. Şanoya Bajêr a Amedê, bi şanogerên xwe Elvan Koçer, Yavuz Akkuzu û Sena Ozbay vê lîstikê derdixe ser dikê. Derhêneriya wê jî Kemal Gurses dike. Mijara lîstikê jî zextên salên 90’î yên li ser rojnamegeran in.
ŞÛJIN / WAN