Welatî ji sala 2014’an ve li Wargehê di her alî de xwe bi rêxistin dikin, debara xwe bi xwe dikin. Êzîdiyên ku hejmara wan hezar û 789 e, li 5 herêman hatine belavkirin, di hemû beşên wekî perwerde û tenduristiyê de bi xwe alternatîfan ava dikin. Bi çandina bostanên organîk debara xwe dikin. Di zeviyan de jin, zarok, kal û pîr hemû bi hev re dixebitin. Sala 2015’an hejmara bostanên heyî 80 bû, îsal bû 140. Welatiyên ku berê jî karên wekî berberî, dikan û temîra telefonan dikirin, li vir jî heman pîşeyên xwe dewam dikin.
Weke bi zarokekê re bipeyivin...
Endamê Koordînasyonê Wargeha Şengalê ya Amedê Bişar Îçlî yê ku bi avabûna wargehê re li wir di xebatan de cih digire, diyar kir ku Êzîdiyên di serî de Şaredariya Bajarê Mezin û Meclîsa Ekolojiyê di gelek qadan de ji bo Wargeha Şengalê gelek derfet hatine afirandin û wiha pêde çû: “Heta niha li wargehê pêşketiyên gelek xûrt derketin holê. Dema em li jiyana Êzîdiyan dinihêrin, xwedî çandeke pirr qedîm in û girêdayî ola xwe ne.”
Îçli da zanîn ku bi avakirina meclisê re ji sedî 90´ê pirsgirêkên xwe jî penaberên li wargehê êdî bi xwe çareser dikin. Îçlî destnîşan kir ku girêdaneke wan pirt xurt bi xwezayê re heye, bi taybetî jî di vî alî de jin peşengtiyê dikin û weha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên li wargehê zêdetir bi axê re têkildar in, wekî ku bi zarokekê re biaxivin têkiliyên wan bi axê re hene.”
Komîna tovan a wargehê
Îçlî got, wan li wargehê komîna tovan daye avakirin û weha peyivî: “Destpêkê ev bi gel re hat parvekirin. Li wir xebatên ku hatin kirin, bi meclîsa taxê, bostanê bajêr, ev mirov biçin Dêrsîm û Wanê jî dê berhemên ku hatine afirandin salekê têra wan bike.”
Îçli herî dawî da zanîn ku wan li wargehê jiyana komînal avakiriye û ciwanên li wargehê jî di navbera xwe de turnuvaya futbolê û voleybolê li dar dixin, her weha di warê muzîk, wêje, helbestê de jî gelekî pêşketî ne.
AMED