lê Li Ewropa?
Li Ewropayê her cûre derfet hene, li vir mecbûriyeta tirkî û koteka saziyên tirkan jî tune, lê mixabin ku Kurdên li vir ji tirkan zêdetir tirkîhez in û xizmeta zimanê tirkî dikin. Eger li hin bajarên Almanyayê Kurd zarokên xwe neşînin dersên tirkî, dersên tirkî namîne. Li vir piraniya Kurdan bi destên xwe zarokên xwe asîmîle dikin. Têkçûn ev e. Jê wê mirov dikane bibêje; li Ewropa ji xwe û zimanê xwe rev heye.
Li Ewropa, xwerû li Almanyayê li eyaletên, Nordrhein Westfalen, Niedersachsen, Bremen, Hamburg, bi resmî, li eyaletên din jî derfetên cûda hene, bes Kurd bixwezin û hewl bidin ku derfetên heyî bikarbînin, hemû zarokên Kurd dikanin di dibistanan de yan jî di saziyên perwerdehîyê de fêrê Kurdî bibin.
Li ba me Kurdan nexweşiyeke kronîk heye, dema di civat û komaleyan de mijareyekê vedibe, her kes dibe mîlîtan û qehreman, lê kêliya ku momenta piratîkê tê, yan jî mirov projeya li ser tê axaftinê dadixe qada jiyanê, her kes boneyeke vala dibîne û wenda dibe. Ev di mijareya perwerdeya ziman de hê xiravtir e.
Li Bajarekî Niederchsenê mamosteyê wan bi malûlû ji bo çend salan, bû malniş, welatparêzan (!) her roj mamoste gotin, lê gava wezaretê mamostekî dan jî, gotin; hele bila carê ew mamoste were komalê, em li bejn û bala wî binêrin, xwedê dizane, dixwestin li dev û diranên mamoste jî binêrin.
Rûberandin
Ez li bajarekî biçûk ders didim, li wir 60-70 malê Kurdan hene, pêncî zarok tên dersa Kurdî (tenê yê dibistana seretayî), li Dortmûnd ê bi kêmasî sê hezar malên Kurdan hene, pênc saet dersên Kurdî hebû, ew jî ji tirkan re kirin yadîgar, ji ber ku kesî zarokên xwe neşandin, xwerû jî welatparêzan(!). Lê gava mirov diçe nav wan, mirov dibêje qey hemû destkeftiyên Kurdan li ser milê wan hatiye bidestxistin.
Mînakên rûmetê jî hene
Mînaka herî balkêş Rheinland Pfalz e. Li vir rûmeta me Kurdan hevala me Nihal bi tenê serê xwe têkiliyên xwe yên bi saziyên Alman re bikaranî û di destpêkê de li dibistanan bi fermî çend saet dersên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) da pejirandin. Li pey pejirandinê, pirsgirekê mamosteyan derket. Hin mamosteyên welatparêzî, demoqratbûn û Kurdîheziyê ji kesî re nahêlin, rêberiya şoreşa hemû cihanê dikin, her çendî li wê eyaletê mamoste ne, ji maaşê wan qurişekê jî kêm nabe, hezar bahane dîtin û ev çend saet negirtin ser milên xwe. Min bixwe bi dehan mamosteyên di karên din de dixebitin re got, ez xebitîm ku wan îkna bikim, lê mijara pereyan pêşî li welêtparêziya wan girt.
Li eyaletên derfetê dersên bi Kurdî hene, ku çend mirovên ji xwe re welatparêz nabêjin, lê ruh û şiyana wan Kurd e, bi tevê mamosteyên piçek mûyê Kurdbûnê lê dilivin û bi fermî ji bo zimanên din wek tirkî, erebî ders didin, dest bidin hev li her bajarî mafên dersên Kurdî bi dest dixin. Eger ji me Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) alîkarî bixwezin, em jî amadene ku li gor derfetên xwe (materyal, perwered uwd.) bibin alîkar.
Tu komal û federasyonên Kurdî ji bo dersên bi zimanê Kurdî hewlnadin, (ji axaftin û pesnan zikê me têr e, tenê pratîk) ji mamosteyên re nabin alîkar. Gava em diçin wan saziyan û mijarê vedikin, ew dibin profesor û hezar teoriyên nû diafirînin, hima hima em mamostetiyê cih bihêlin û têkevin nava karê wan.
Di bingehê xwe de sê bingehên, xweseriya netewî û dewletbûnê heye, polîtîkek rast û saziyên wê, finans û perwerde. Kurd gişt polîtîkvan in, bi kêmasiyan dagirtî jî bin, hin saziyên polîtîkayê jî rûniştine, warê diravî ango fînansê jî dimeşe. Lê ji ber ku lingê pererdê nayê dîtin û girîng nayê girtin, her tişt seqet dimîne û dilikume. Gelên ku di polîtîka perwqerdeya netewa xwe re derbas nebin, rastiya xwe nanasin, her wextê dikarin bibin dûvik û diwacoyê dijmin û saziyên biyanî, Jiwê divê perwerde li pêş polîtika, fînans û her tiştî be.
Li welat ji bo ziman şer li Ewropa rev
Belê we şaş nexwend, rastî ev e. Li welêt ji bo perwerdeya bi Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî, rakirina sond û bernameyên nijadperestî, gel rabûye ser piyan, di rêberiya KURDÎ-DER û Egitim Sen de li her derê îmza tên civandin, meş û xwepêşandan tên li darxistin, boykota dibistanan di rojevê de ye. Li Rojava di bin bêderfetî, dijwarî û sîya şer de jî, perewerdeya bi Kurdî destpêkir, medya dîtnêrî bi van nûçeyan dagirtiye.,