Mala ku bê serşo û mitfex paqijiya xwe di şertên zor de dikin. Îşmail Hasan yê ku ne xwediyê karekî rêk û pêk e debara xwe bi firotina simîtan dike. Malbat ji bo xwe germ bikin tenê sobeya ceyranê hene, ew jî ji ber carnan çûyîna ceyranê, mal tê rewşa ku biqerise. Ji ber tiştekî dinê nîne xwe pê germ bikin, çareserî tenê beteniyan dibînin û beteniyan li xwe dipêçin. Di mala xirabe de ji bo xwe ji serma baran û berfa zivistanê biparêzin bi hemû zoriyan li ber xwe didin. Pirî caran ji ber nebûna xwarinê neçar dimînin ku zarokên xwe birçî birazînin, li benda alîkariyê ne.


Banê xênî dilop dike

Îsmail Hasan yê ku li Helebê zaroka xwe ya 2 mehî û gelek xizimên xwe wenda kirî diyar kir ku ew ji ber şer ji Surye reviyane û hatine li Amedê bicîh bûne. Hasan da zanîn ku li Amedê jî rastî gelek zoriyan hatine, tiştên xwarinê di mala wan de nîne û hinek tiştên ku cîranên wan ji wan re anîne pê dijîn û got: “Di mal de ne xwarin, ne li xwe kirin tiştek me nîne. Ji bo ku em bikarin bijîn carnan simîtan difiroşim. Ew jî ez nikarim hemû rojan bixebitim ji ber wê jî bi wê debara me nabe. Pirî caran zarokên min ji birsan digirîn. Di mal de tiştek nîne. Ji banê malê av tê xwarê û mal gelek sare, em dicemidin.”

Bav û zaroka min mirin

Nadya Hasan diyar kir ku dema li Surye bûn di dema şer de bombeyek rastî mala wan hat, bavê wê û zaroka wê ya yek mehî di encamê de jiyana xwe jidest dan û got: “Ji ber şer min pir êş kişandin. Ji ber ku êdî me nedikarî em wan derdan bikêşin û ew hêza me ya derd kişanê nemabû em neçar man û hatin Tirkiyeyê. Em ji ber şer revîn hatin vê derê, li vê derê jî em di nava feqîrî û hejariyê de dijîn. Ji bo ku 2 zarokên min ê mane tiştek neyê serê wan em reviyan hatin vê derê. Bi yek du sênî xwarina ku cîranên me ji me re tînin em hewil didin bi wê zikê xwe têr bikin. Di vê zivistanê de ji ber sermê her dem zarokên min nexweşin, emê çîbikin û serî li kîjan cihan bidin em nizanin. Ji bo zarokên xwe em li benda alîkariya kesên baldar û hestiyarin.”

DIHA/AMED