Pêr bi şev kevne serokê partiya Welatê Galiyan a bi navê  Plaid Cymru, Leanne Wood ku endama parlamena Welatê Galiyan e, çû serdana Îmam Şîş ê di greva birçîbûnê de. Îmam Şîş di heman roja çalakiya Strabourgê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Welatê Galiyan Newportê dest bi çalakiyê kiribû û çalakiya wî jî îro di roja 90´î de  ye.

Leanne Wood pêr bi şev çû serdana Îmam Şîş, li halê wî pirsî û guh da daxwazên wî. Leanne Wood got, ew ê ji bo mijarê bixin rojevê bixebitin. Bi saya serê xebata piştgiriyê ya dostên Galî, gelek aliyên siyasî yên welêt çûn serdana Şîş û gotin ew ê ji bo ku mijar bikeve Rojeva Welatê Galiyan, Ingilistan û Ewrûpayê, hewl bidin.

 

NEWPORT