Zilma dewleta Tirk êdî li wî aliyê behr û okyanûsan jî deng vedide. Piştî ku dewleta Tirk bi qeyûman şaredariyên mezin ên Kurdistanê dagir kirin, berxwedana xelkê van bajaran û Kurdistaniyan li seranserê Kurdistan û Ewrûpayê, kir ku li wî serê dinyayê jî zilma dewleta Tirk di rûpelê yekê yên rojnameyan de cihê xwe bigire. Yek ji van rojnameyan jî Washington post e ku di rûpelê yekê de bi van gotinan îşaret bi nûçeya xwe ya berfireh a di rûpelên hundir de dike: "Xwepêşandêr li dijî polîsan li Diyarbekirê şer dikin, piştî ku hikûmetê sê şaredarên xelk hez ji wan dike, ji wezîfeyê girtin û li şûna wan qeyûm bi cih kirin. Şaredarê muxalif ên li herêmên pirraniya wan Kurd, Diyarbekir jî di nava wan de, di hilbiajrtinan de bi xurtî bi ser ketibû. Hikûmet wan bi têkilîdanîna bi terorê re gunehbar dike."
Helbet paşê “ev gunehbarkirin" dibe hincet û zilma dewleta Tirk dibe mijara nûçeyê.
WASHINGTON