Di bîranîna ku bi rêzgirtinê destpê kir, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Xeyrî Karadag axaftinek kir. Karadag got, “Şehîdan di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane” û wiha dewam kir, “Şehîd jiyana xwe ya berê li pey xwe dihêlin û ber bi jiyanek nû jiyaneke hatiye guhertin ve diçin. Ev taybetmendiya bingehîn a hemû şehîdên Kurdistanê ye. Hemû bi seknên xwe yên wêrek, fedakar, rûken û bi tevlîbûnên xwe yên fedayî pêşeng in.”
Bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî Mele Şevket û Nûnerê FEDA’yê Pîr Riza Yagmûr jî axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser di aliyê baweriyê de girîngiya şehîdan. Piştî axaftinan sînevîzyoneke der barê jiyana gerîlayên çalakiya fedayî pêk anîn hat nîşandan.
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Cebraîl Gunebakan ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn.Di bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Wûppetalê de, ferdên malbata Cebraîl Gunebakan, Hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman, nûnerên MLKP’ê û gelek Kurdistanî amade bûn. Piştî axaftinan, xwarin li beşdaran hat belavkirin û merasîma bîranînê bi dawî bû.
PARÎS/WUPPERTAL