Gerîlayên HPG û YJA-Starê 4'ê Çile li Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kir. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê û êrişên hewayî yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG'ê got; "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de hêzên me 4'ê Çile saet 14:00´an li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Axîn, çalakiyek kir. 2 çeperên  dijmin ên li ser gir hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li herêmê barandin. Yekîneya me ya çalakî kirî, bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

Di 4'ê Çile de saet 15:00´an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li devera Kûnişka ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."

 

ANF/BEHDÎNAN