Dewleta Tirk 27’ê Gulanê li dijî herêma Xakurkê ya li Herêma Kurdistanê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Eskerên artêşa dagirker ewil bi balafirên şer û helîkopteran dora gundên Buzene û Xelifan bombebaran kirin. Piştre bi helikopteran esker li van deveran bi cih kirin. Dema bi helikopteran esker daxistin, şer qewimî û gelek esker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Li gundê Xelifan ji ber guleberana eskeran 4 sivîl birîndar bûn. Gelek sewalên gundiyan mirar bûn û zirar giha bax û baxçên sivîlan.

Rê nedan dagirkeriyê

Gerîlayên HPG û YJA STAR´ê rê li pêş operasyonê girtin û destûr nedan ku esker bi cih bibin. Gundiyên li gundê herêma Buzene, Xelifan, Siran nerazîbûn nîşanî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk û nebûna helwêsta PDK’ê dan.

Xelkê herêmê diyar kir ku ew destûrê nade ku birakujî bi pêş bikeve û got, “Tirkiye û PDK dixwazin rê li ber ´birakujiyeke´ din vekin. Lê em destûrê nedin vê yekê.

Neçirvan Barzanî pîroz kirin

Ji bo ku pêşiyê li nerazîbûna xelkê herêmê bigirin parlamenterên AKP’ê li Hewlêr, Dihok û Amediyê di nava xebatê de ne. Hat diyar kirin ku piştî operasyonê û nerazîbûna gel, rayedarên PDK’ê û AKP’ê çûne herêmê. Parlamenterê AKP’ê Orhan Mîroglu û kevne parlamenterê wê Galîp Ensarîoglu ji bo pîrozkirina serokatiya Neçîrvan Barzanî çûbûn Hewlêrê.

 

MA / DIHOK