
Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Başûrê Kurdistanl Xaneqînê 69 dar hatin çandin.
Li navçeya Xaneqîn ya ser bi parêzgeha Diyale, doh bi boneya 4’ê Nîsanê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) 69 şitlên daran hatin çandin.
Der barê çalakiyê de endama RJAK’ê Rabîe Ebas diyar kir ku wan wek rêxistina RJAK’ê bi boneya rojbûna Ocalan, dest bi kampanyek şitil çandinê kiriye. Wê got; “Em rojbûna Rêber Ocalan bi çandina şitlan pîroz dikin. Ji ber ku Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo gelê Kurd fedayî tekoşînê kiriye.”
XANEQÎN