Bi boneya Hefteya Qehremaniyê li bajarokê Xanesorê bi merasîmekê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn. Di merasîmê de soza dilsoziya bi doza şehîdan re hat dayîn.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên sazî û rêxistinên Şengalê amade bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, Şêx Xidir got; “Em îro bi saya serê şehîdan dikarin li hev kom bibin û bi azadî bijîn. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em soza dilsoziya bi doza şehîdan re didin.”

Piştî wê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, Xoxê Dexîl jî axivî. Xoxê Delîl destpêkê hemû şehîdên Kurdistan û Şengalê bi bîr anîn û got; “ Pêwîst e ku li Iraqê jî mafê şehîdên me neyê xwarin. Em berxwedana li dijî dagirkeriyê ya li her derê silav dikin. Divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”

Li ser navê PADÊ jî Hemed Bişar axivî û got, şehîdbûna zarokên wan li ser axa Êzîdxanê rûmeteke mezin e. Bişar da zanîn ka çawa şehîdan canê xwe daye, divê ew jî bi hemû hêza xwe li wan xwedî derkevin.

 

ROJNEWS / ŞENGAL