Di çarçoveya biryara meclîsa Şaredariya Xinûsê ya DBP’yî de, li avahiya Şaredariya Xinûxê tabelayên “Şaredariya Xinûsê” yên bi zimanên Kurdî û Tirkî hatin daliqandin. Navê hemû beşên xizmetê yên li avahiyê jî bi Kurdî û Tirkî hatin nivîsandin. Li nuqteyên ketin û derketina ji bajêr jî bi zimanên Tirkî û zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî tabelayên “Hûn bi xêr hatine Xinûsê” û “Oxir be” hatin daliqandin. Hevşaredara Xinûsê Gulay Peker der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku welatiyên ji hin gundan û taxan tên ji ber ku bi tenê bi Kurdî dizanin, zehmetiyê dikşînin ku xwe bigihînin cihê dixwazin biçin. Peker ragihand ku ji ber vê yekê wan hin tabela sererast kirin û got, “Pirzimanî tiştekî gelekî xweş e.” Peker anî ziman ku ew dixwazin navê “Parka Recep Tayyîp Erdogan” a li navçeyê jî biguherînin û got, “Recep Tayyîp Erdogan mirovekî dijî ye. Weke rewşeke çewt xuya dike.” 

XINÛS