SELAMET GULER / MÊRDÎN


Li Xursa navê, li nava erdê xwe mişar dixapartin û xweş dikirin. Ji bo tovavêtina titûnê Xalê Tajdîn û Celal ji serê sibehê ve hatine û heta esra teng ling nedana ber xwe û xwe hesa nekirine. Ji bo av xweş di axêrê re biçe û rêya xwe bigihîne hemî deverên mişarê û axa xweşkirî binermijîne û avê di xwe de hilgire, ax dihat xweşkirin û xapartin.

Xalê Tajdîn û Celal hem gundiyên hev in û hem jî cînarên hev in. Xalê Tajdîn bi vê heştê saliya xwe hatiye alîkariya Apê Celal.  Tibare tibare em nêzî keviya erd nik Xalê Tajdîn dibin. Bêra wî ya destîdirêj di destekî de, cixareyeke ji pelên serik a çinîna herî pêşîn di destê din de, pala wî li dîwarê ku erd dorpêç dikir, bû.  

Dema çavê wî bi me ket rawestiya. Berê xwe da me. Hêj cixare di nava lêvên wî de ye. Dema bêhnek ji cixareya devê xwe dixist û dûxana wê berdida, dûxana şînepozî di ber guhan re ber bi asîman ve xwe hildida. Cixare di dev xwe de derxist, bi bişirîneke germ û bi liveke nerm li rûyê me nihêrî û beriya em qewetbûnê bidinê, xêrhatina me kir. Celal li ser erdekî ji dûrî me ber bi me ve dihat. Celal xwediyê erd e. Di vê êvara teng de tovê titûnê diavêje û dixwaze beriya roj biçe ava tovên xwe biçîne. Lê belê beriya tovê li erdê bireşîne, divê Celal wê axê moxilî bike û bi wî awayî bizirên tovên titûnê bireşîne.

Moxil di dest Celal de ye û li ser sifreyeke xwarinê, axa kirî nava tara moxilê, dihejîne. Piştî axê moxil dike, tovên titûnê yên ku bi zorê ji hêla çavan ve tên xuya kirin, berdide nava axa ku hatiye moxilkirin û bi destan li hev dide. Piştre vê axê dixe satila naylon û berê xwe dide nava zeviyê. Celal çeng bi çeng tovê titûnê bi destê xwe yê rastê û piço piço bi wezn û pîvana temenekî direşîne ser rûyê axê.