Di hilbijartinên de her du partiyên mezin li rastî binketineke mezin hatin. Partiya Nû ya Demokratîk (ND) bû partiya yekemîn, partiya koalîsyona çepgirên komunîst SYRZA bû duyemîn û PASOK jî bû partiya sêyemîn.
Di hilbijartinên pêşwext ên li Yewnanîstanê hatin kirin de partiyên ND û PASOk dengek zêde wenda kirin û partiya koalîsyona çepgirên komunîst SYRZA serkeftinek mezin bi dest xist. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Yewnanistanê ve hat dayîn, partiya rastgir ND, ji sedê 19.2’ê dengan wergirt û 109 parlementeran şand parlementoyê. SYRZA jî bû duyemîn. Li gorî encamên destpêkê, SYRZA ji sedî 16.3’ê dengan wergirt û 50 parlementer şand parlementoyê. Partiya PASOK jî hilweşiya û tenê karî ji sedî 13.6’ê dengan werbigire û 42 parlementeran bişîne meclîsê.
ATÎNA