
Karwan Cûdî, ji bo karibe li dijî sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd kirine, têbikoşe, tevlî nava refên PKK’ê bûye. Cûdî got, PKK ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe.
Li gorî nûçeya Rizgar Amed û Serhat Ararat a di ANF´ê de ku ji Behdînanê, ji Ajansê re hatiye şandin gerîlayê înternasyonalîst ê PKK’ê Karwan Cûdî yê 26 salî dibêje, “Hatim vê derê ku li dijî sûcên şer û hovîtiya ku artêş û dewleta Tirk dike têbikoşim. Berî niha bi demekê min biryar da ku tevlî nava refên PKK’ê bibim. Çima tevlî PKK’ê bûm? Di nava salên 70’yî de PKK a ku li ser nihêrînên rêberê me Serok Apo ava bû, weke organîzasyoneke ji bo tevahiya mirovahiyê ava bû. Ne tenê ji bo Kurdan, PKK ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe.”
Karwan Cûdî wê nihêrîna ku dibêje, PKK ji bo gelê Kurd tenê têdikoşe, rexne dike û dibêje, “Tişta ku PKK ji bo wê şer dike; azadiya rêberê me Serok Apo, azadiya jinan û azadiya hemû mirovên bindest e.”
Dewleta Tirk ji azadiyê ditirse
Karwan Çûdî îşaret bi êrîşên dewleta Tirk û nexaim ên Erdogan li dijî gelê Kurd û Ocalan dike û dibêje, “Çima lîderê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş girtin? Sala 1999’an li paytexta Kenya Naîrobiyê bi hevkariya îstîxbarata Tirk re çima Serokê me girtin? Çima? Ji ber ku dewleta Tirk û Erdogan ji azadiyê ditirsin.
Ne tenê azadî, ew ji azadiya rastî ditirsin. Dewleta Tirk çima qebûl nake ku Abdullah Ocalan ji girtîgehê dekeve? Ji ber ku, heger Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve wê ne tenê li Kurdistanê, tevahiya mirovahiyê wê bibînin bê nihêrînên PKK, KCK û Serokatiyê çi ne, armanca siyaseta PKK’ê çi ye. Wê bibînin ku armanc ji van êrîşan, jihevdexistina azadiyê ye. Ev nihêrînên (serokatiyê) mirovên bindest azad dikin. Jinan azad dikin.”
Artêşa Tirk Kurdan dikuje
Karwan Cûdî van hemûyan sedem nîşan dide ji bo hatina xwe ya nav refên PKK´ê û dibêje, “Li vê derê li dijî artêşa faşîst a gundên Kurdan dişewitîne, li eniya navbera Başûr û Bakur li Zagrosan cih digirim.
Beriya niha bi demeke kin, li binê jêrzemîna avahiyekê dused Kurd hatin şewitandin û ev sûc ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin. Artêşa Tirk Kurdan dikuje.” Herî dawî jî Karwan Cûdî ji bo “têkoşîna bi rastî ya ji bo azadiyê” banga tevlîbûna nav refên PKK´ê li xelkê li Ewrûpayê jî dike û dibêje, “Bên çiyê, tevlî hêzên gerîla bibin ku ligel êrîşên giran ên artêşa Tirk jî roj bi roj mezin dibe. PKK zêdeyî 40 salan e ku heye û ti dewletê nekarî PKK’ê parçe bike. Tevlî şoreşê bibin, şoreşê fireh bikin, li çar aliyên Ewrûpayê belav bikin û dengê xwe bikin yek. Bêdeng nemînin. Çalakiyan bikin. Peyamê belav bikin ku sûcê şer ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin ne yên qebûlkirinê ne. Bixwazin ku Serokatî, Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.”
NAVENDA NÛÇEYAN