Dersên Zanîngeha Azad a ku ji aliyê komek rewşenbîr ve di sala 1994'an de bi armanca perwerdahiya bêpere û alternatîf hate avakirin, di 22'ê cotmehê de bi semînera Fîkret Başkaya ya bi mijara "Çima dema paradîgmaya nû" dest pê dike. Bernameya vê demê ya Zanîngeha Azad ya ku Stenbol û Enqereyê alîkarî bi fikrên akademîk dike, wek her sal dîsa gelek akademisyen pispor, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî, siyasetmedar dê di perwerdehiyê de cîh bigirin. Başkaya bi dersa "Em çawa ji kapîtalîzmê bi lezgînî karin xilas bibin" bi tezên nû beşdar dibe. Bi heviya ku îsal gelek semînerên bi mijara "Pirsgirêka kurd bi ku ve diçe?" Eleqeyek mezin bibîne. Ev semîner dê bi tevlîbûna Îsmaîl Beşîkçî ya di 29'ê cotmehê de dest pê bike. Piştî seminera Beşîkçî dê axaftina mijarê bi semînerên Faîk Bulut, Sînan Çîftyurek, Erdogan Aydin, Şîar Rîşvanoglu berdewam bike.
DÎHA/STENBOL