Ji bo zimanê kurdî li Ewropayê jî daxwaz û hewldanên ciwanên kurd zêde dibe û xwedî li zimanê xwe derdikevin. Ji bo zimanê zikmakî xwendekarên kurd yên li Bochumê gaveke girîng avêtin û ji ciwanên din yên kurd re jî bûn mînak. Berî salekê xwendekarên Kurd yên zanîngeha Bochumê ji bo ku dersa zimanê Kurdî ji alîye zanîngehê ve were dayîn, dest bi xebatên xwe kirin.  Ji bo ku zanîngeh daxwazên xwendekaran qebûl bike, xwendekaran dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Paşê bi van îmzeyan çûn fakulteya Rojhilatnasiyê û daxwazên xwe ji bo qûrsa zimanê Kurdî anîn ziman. Hewldan û israra xwendekaran encam girt û bi vî awayî, ji destpeka somestriya havîna 2012´an pê ve, li Fakulteya Rojhilatnasîyê ya zanîngehê dersa zimanê Kurdî bi awayekî fermî ji alîye mamoste Hüseyin Aguicenoglu ve tê dayîn. Mamoste Aguicenoglu, zimanê Kurdî bi rêbazên weke rêzîman, axaftin, guhdarî kirin, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî hînî şagirtên xwe dike.

Zimanê kurdî tevî xwendekarên kurd, bala xwendekarên bîyanî jî pir dikişîne ew jî dixwazin hinî Kurdî bibin. Hat diyarkirin ku hemû xwendekarên li zanîngeha Bochumê yên daxwazin fêrî zimanê kurdî bibin dikarin tevlî dersên zimanê kurdî bibin. Dersên zimanê kurdî yên li zanîngehê her sal wê ji nû ve dest pê bike û du somestriyan bidome. 

Y.OZGUR POLÎTÎKA/BOCHUM