Mehmet Dag ê ku ji Girtîgeha Bandirmayê sewqî Girtîgeha Afyonê kirin, xistine hucreyek yek kesî. Xwişka wî Songul Kapanci, got: “Gardiyana ji girtiyan re gotiye ‘êdî hûn ê tim di hucreyê de bimînin.”

Di 12’ê Sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmarên 1 û 2’an ên Bandirmayê 25 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatin kirin. Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiribûn gardiyanan li wan dabû û ji ber vê dest û lingên hinek girtiyan birîndar bûbû û paşê xistibûn hucreyên yekkesî. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Dagê ku 29 sal e girtiye.

Xwîşka wî Songul Kapanci 22’ê Sibatê bi telefonê birayê xwe re axiviye. Kapanci, diyar kir ku 18 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bandirmayê tevî birayê wê sewq kirine û got: “Di dema sirgûnê de di rîngê de li wan dane. 18 kes sirgûn kirine. Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine li wan dane. Hemû cilên wan nedane. Cilên mayî jî avêtine çopê. Ne pereyê wan, ne şûşeyek ku pê avê vexwin, ne jî sabûnek ku pê destê xwe bişon heye. Ji me pere xwest. Got, jixwe hûn bişînin jî ancax 15 roj şûn de dikeve destê me. Cihê wan nepaqij e. Ew xistine hucreyên yekkesî. Gardiyana ji girtiyan re gotiye ‘êdî hûn ji vê derê dernakevin, hûn ê tim di hucreyê de bimînin, ji we re pergala qawişê tuneye.’ Rewşa wan ne diyar e û perîşan in. Tehdeyeke mezin li wan tê kirin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN