Zilma li dijî girtiyên siyasî li hepsên dewleta Tirk dewam dikin. Hevşaredarên Kop û Gimgimê jî ketin ber vê zilmê û hatin sirgûnkirin.
9 girtiyên li Hepsa Tîpa T a Osmaniyeyê sirgûnî hepsên din kirin. Hevşaredara girtî ya Gimgimê Ulku Karaaslan jî ji Mûşê sirgûnî Hepsa Osmaniyeyê kirin.
Girtî Hasan Muhammed Îbîş, Yildirim Kiş, Adem Amaç, Mehmet Kilinç, Zenar Demîr, Suleyman Saçak, Mehmet Selîm Suer, Mehmet Emin Dal û Sedat Karak ên li Hepsa Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, di 26’ê Kanûnê de sirgûnî hepsên cuda kirin. Hinek ji wan şandin Hepsa Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê. Lê nehat zanîn ka girtiyên din birine ku.
Li aliyê din di 26’ê Kanûnê de Hevşaredara girtî ya Gimgimê Ulku Karaaslan jî ji Mûşê sirgûnî Hepsa Tîpa T a Hêjmar 1 a Osmaniyeyê kirine.
Hevşaredarê navçeya Mûşê Kopê, Adnan Topçu di 17’ê Kanûnê de hatibû destgîrkirin û roja din qeyûm tayînî şûna wî kiribûn. Topçû piştre bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin û şandibûn Hepsa Tîpa E ya Mûşê. Hevşaredarê HDP’î yê Kopê Topçu, li Mûşê di hucreya yek kesî de dihat ragirtin. Ew niha sirgûnî Hepsa Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê kirin.
OSMANIYE/MEREŞ