Girtiyê siyasî yê bi navê Bihnam Mûsawend ku di girtîgeha Ewîn a bajarê Tehranê yê Îranê de dimîne, 9 roj in dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Hat diyarkirin ku Mûsawend li dijî şert û mercên xerab ên girtîgehê û nepejirandina cezayê ku jê re hatiye dayîn, dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Li gorî rapora Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, girtiyê siyasî yê li Îranê Bihnam Mûsawend ragihandiye ku ew êdî dermanan jî qebûl nake û her diçe tenduristiya wî ber xerabûnê ve diçe.
Bihnam Mûsawend di 2014’an de ji aliyê hêzên Îranê ve bi tawanê karên siyasî hat girtin û 18 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Lê piştre jî dadgehê cezayê 3 salan yê girtehê dayê.
TEHRAN