Xelkê herema Zînî Wertê ji PDK’ê xwest hêza xwe vekişîne, heger vê neke ew ê bi zexta civakî bikin ku hêzên PDK’ê ji hermê vekişin. PDK'ê îdîa kir ew demkî li deverê ye û ew ê ji bo halkirina meseleyê bi mekteba siyasî ya YNK'ê re bicive.

Li Zînî Wertê rewşa dawî çi ye, çi diqewime... Yek ji nûçeyên berê sibehê bombekirina deverê bi destê hêzên artêşa Tirk bû. Beriya wê Mekteba Siyasî ya PDK’ê civiya û biryar da ku ji bo çareseriyê diyalogê biceribîne. Aliyên ne hizbî yên Kurdistanî yên weke KNK û CDK’ê jî bang li aliyan kir ku aloziyê bi doyalogê û şêwrê çareser bikin. Herçî xelkê deverê ye piştî xwepêşaanda doh, îro jî bi daxwaznameyê ji PDK’ê xwest ji herêmê vekişe. Şêniyên herêma Zînî Wertê bi daxwaznameyekê ji hêzên PDK'ê xwestin ku ji herêmê vekişin. Di encama civîna gelê Dola Şawrê, Zînî Wertê, Gundê Pilingan, Herêma Raperîn û hemû gundên girêdayî Zînî Wertê ku ji hatina hêzên PDK’ê zirar li wan bûye, çend biryar dan û wek daxuyaniyekê pêşkêşî hêzên PDK’ê yên li Zînî Wertê bicihbûyî, kirin. Li ser navê şêniyên herêmê Kosret Xidir daxuyanî xwend û got, “Li ser daxwaza xweber û nerazîbûna gelê herêmê, piştî civîna berfireh a li mizgefta Darben a 19’ê mehê û nêrînên gel, pêkhateyên civînê hemû gihiştin qenaetekê ku hebûna hemû hêzên biyanî ya li Zînî Wertê ne rast e û bûye sedema metirsî li ser herêmê û îhtîmala qewimîna şerekî navxweyî.

PDK bila vekişe yan jî em ê bikin vekişe

* Pêwîste hemû hêzên çekdar ji Zînî Wertê vekişin û di demekî kurt de rewşa herêmê wek ya beriya hatina nexweşiya koronayê lê bê û hêzên çekdar jî ji rewşa amadebaşiyê derbikeve. * Eger xala yekemîn pêk neyê, şêniyên herêmê xwedî yek helwêstê ne ku zexteke civakî ya zêde ji şêniyên li her du geliyên herêmê li ser Zînî Wertê çêkin û bi vê zexta civakî û ewlekariyê hêzên çekdar neçar bikin ku vekişin.” Li ser navê xelkê wekî din hat gotin, ew aloziyê weke “ji metirsiya lihevkirinên leşkerî û komployên îstîxbaratî yên biyanî dizanin”. Tevî vê daxwaza rewa ya Kurdistaniyan jî, Serokê Herêma Başûra Kudistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da û îdîa kir ku şandina hêza pê,smerge ya Zînî Wertê demkî ye. Di daxyaniya xwe de Barzanî hîç behsa dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê nekir, lê berevajî qenaeta giştî ya li Kurdistanê, îdîa kir ku hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê ne rewa ye. Axir Barzanî îdîa kir ku bûna pêşmerge li deverê demkî ye û heger pêwîst nebe ew ê pêşmerge ji wir vekişînin. Doh mekteba siyasî ya PDK’ê bi serokatiya serokê partiyê Mesûd Barzanî civiyabû û biryar dabû ku bi YNK’ê re li ser meseleyê hevdîtinan bike. Nêçîrvan Barzanî ev biryar jî bi bîr xist û got, “YNK di pêkanîna hikûmetê de hevkarê PDK’ê ye. Em ê li gel Mekteb Siyasî ya YNK’ê bicivin û pirsgirêk wê çareser bibe.” Nêçîrvan Barzanî îdîa kir ku hebûna PKK’ê pirsgirêkan çêdike, lê ji bo dagirkeriya ne rewa û li dijî hiqûqa navneteweyî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi xwe ti gotin nekir.

KCD û KNK: Pîlanên dijmin têk bibin

Hevserokên KNK'ê Zeyneb Morad û Ahmed Karamûs nameyeke vekirî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Hevserokên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Lahor Şêxcengî û Bafel Talabanî û hevserokên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat û Cemîl Bayik re nivîsand.

KNK’ê bi bîr xist piştî ku pêşmergeyên PDK’ê li Zînî Wertê hatine bicihkirin, pêşî alozî di navbera PDK û YNK’ê de derketiye û paşê jî di navbera hêzên HPG û PDK’ê de. Wê tirsa ji şerekî navkurd îfade kir û got, “Ji bo di nava Kurdan de şerekî navxweyî dernekeve û destketiyên gelê Kurd têk neçin, nabe rewşeke bi vî regnî rû bide. Rewşeke vî rengî tenê dikare dilê dijminan xweş bike.

Divê em weke gel, siyasetmedar, saziyên civakî, hunermend, rewşenbîr û akademîsyen, bi berpirsyariyeke dîrokî rabin û insayatîfê bistînin.

Bi vê wateyê erk û berpirsiyareke mezin û dîrokî dikeve ser milê Serok û Hikumeta Herêma Kurdistanê. Her wisa divê PDK, YNK û PKK jî xwe berpirsiyar bibînin û pêşî li malweraniyeke nû bigirin.

Bila ev bibe wesîla yekrêziyê, yek dengiya me. Em li derdora stratêjiyeke neteweyî bibin xwedan helwêst.

Em tenê bi vî awayî dikarin pîlanên dijmin yên bi qesda ji holê rakirina destketiyên gelê me têk bibin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî îro derbarê pîlanên tesfiyekar ên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD’ê got, “Em ji tevgerên partiyên Kurdistanî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, jinên Kurd, saziyên sivîl û ji dorhêlên karmendên Kurd daxwaz dikin ku guh bidin vê bangê. Gengeşî û aloziyên di navbera Kurdan de tên derxistin ji kîjan aliyan dibe bila bibe, bi kîjan şiklî û ji ber çi sedemê be bila bibe, teqez neyê qebûlkirin. Di van rojan de ku pêdiviya Kurdan di hemû mijaran de bi yekîtiyê heye, em bang dikin ku siyaseta Kurd di vê nîşaneyê de siyasetê bike û berpirsiyariyê hilde ser milê xwe.”

Dewleta Tirk bombekirinê dewam dike

Îro berê sibehê bi xwe, hêza li pişt vê aloziyê, yanî dewleta Tirk a dagirker bi karê êrişên li dijî miletê Kurd dewam dikir. Wê bombe li nuqteyeke nêzî Zînî Wertê barandin. Balafirên wê yên şer saet di 04:30'î de bombe li çiyayê Ehmed barandin ku li navbera gundê Zergelê û Zînî Wertê yê Qendîlê ye. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehat, lê belê xisara madî çêbû. Di heman demê de deverên Xakurkê, Çiyadêl û Kewertê yên herêma Bradostê hatin bombekirin. Balafirên keşfê jî her wiha li ser herêmê digerin. NAVENDA NÛÇEYAN