Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan, bi şîara “Em tecrîdê bişikînin, serî hildin” çalakiyek li dar xist. Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Swîsreyê çalakî li bajarê Zurîchê, li meydana bi navê Helvetiaplatz pêk hat. Li vir çalakgeran daxuyaniyek da çapemeniyê. Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyî jî destek da çalakiyê. Di çalakiyê de posterên Ocalan, alayên PKK´ê û KCK´ê hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo şehîdên şoreşê jî rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Swîsreyê, Dersim Koçgiri peyivî. Koçgiri da zanîn ku li seranserê Ewrûpayê bi şîara “serî hilde” ji bo azadiya Ocalan pêngavekê dest pê kiriye, û wan li Swîsreyê jî bi vî rengî ev hamle daye destpêkirin û ew ê dewama wê jî bînin. Koçgirî got, “Tecrîdkirina Rêberê me bi salan e dewam dike. Dixwazin me ji Rêebertiya me qut bikin. Em ê vê helwêsta faşîzan qebûl nekin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, em ê dawiyê li çalakiyên xwe neînin. Em ê li Ewrûpayê çalakiyên xwe mezintir û zêdetir bikin. Em careke din dibêjin, em tecrîdê bişikînin û Rêbertiya xwe azad bikin.” ZURÎCH