Silvia Fornaroli ji kovara Modern Diplomacyê re li ser dagirkeriya Tirk a li Rojava nivîsî û ew bi perspektîfa mafê jinan li meselê dinihêre. Ew navê Krîza Rojava li rewşa dagirkeriyê dike û dibêje, ev dagirkerî tehlûkeyeke mezin e ji bo siberoja mafê jinan bi giştî.

Ew qetilkirina Hevrîn Xelef weke sûcekî şer bi nav dike û partiya ku ew hevseroka wê bû Partiya Siberoja Sûrî jî weke hewldaneke pirr-nasnameyî ya demokratîk rave dike. Ew bi bîr dixe ku şoreş xwedî sloganekê ye û ew slogan utopyaya wê bi gewde dike: Jin, Jîyan, Azadî. Li ber qanûnan bi temamî hevmafbûna jinan û cihê jinê di rêveberiyê de ev nivîskara hanê weke yekane bi nav dike û ji ber wê jî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk jî weke êrişeke li dijî vê sîstemê û utopyayê wê şirove dike. Ji ber wê jî di dawiyê de ew wiha dinivîse: “Heger utopyaya Rojava bimire, ev ê bibe şeqameke hişk a li rûyê gelekan ji me dikeve; lê belê çalakvanên Kurd heta niha îsbat kirin ku liberxwenedan wê ti carî nebe tercîhek.”

NAVENDA NÛÇEYAN