Bedirhanoglu diyar kir ku Yezdanê Dilovan di sureta Beqera ayeta 185’ê de qela meha pîroz dike û wiha axivî: “Yezdanê Dilovan dibêje; Meha Remezanê mehek ewqas pîroze ku Quran tê de nazil bûye û di vê mehê de wateya Quranê tê vegotin. Qurana pîroz rehberê mirovahiyê ye, riya qenç û xirab ji bo mirovan nîşan dide. Yezdanê Dilovan di vê mehê de ji bo terbiyekirina nefsa mirov û xwedî derketina kesên feqîr rojî li ser alema Îslamê ferz kiriye. Weteya rojiyê jî ji bangê sibehê heya roj diçe ava ye. Ji bo ku mirov xwedî li îrade û mirovahiya xwe derkeve, ji bo heqî û rastiyê ye. Rojî wateya wekhevbûna tevahî mirovahiyê ye.”

 

‘Divê Îslam baş bê fêmkirin’

Bedirhanoglu di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser êş û hilweşînên mezin yên li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Îro li Rojhilata Navîn di nava şer de êş û hilweşînên mezin tên jiyîn. Hinek li dijî Îslamê û hinek jî li ser navê Îslamê mafên me ji destên me digirin. Ji ber vê jî divê di vê demê de îslam baş bê fêmkirin. Divê em van êşên ku li ser vê erdnîgariyê tê jiyîn baş fêm bikin. Ji ber vê jî divê meha Remezanê bibe wesîleya aştî huzûrê. Meha Remezanê ji her alî ve serdestiya nefsa kesayetî û civakî pêk tîne. Hemû xerabî ji pêkneanîna şerê nefsê û ezbûnê pêk tê.”

 

‘Bi ruhê Remezanê tevbigerin’

Bedirhanoglu derbirî ku meha Remezanê di alî terbiyekirina nefsa mirovan de emir dike ku em bi awayekî wekhev nêzî her kesî bibin û wiha got: “Ruhê Remezanê nîşan dide ku divê her kes di nava aştî û huzûrê de bijîn. Lê îro tiştên li Rojhilata Navîn tên jiyîn berovajî vê yekê ne. Em li ser axa xwe di koçberiyê de vê meha pîroz pêşwazî dikin.”

Bedirhanoglu di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî bawermendan kir ku cihê xwe ligel heq û edaletê bigrin û wiha got: “Divê hemû bawermend divê meha pîroz de cihê xwe ligel kesê li ser axa xwe koç bûne bigrin û destê xwe dirêjî gelê Şirnex, Cizîr, Gever, Nisêbin û Sûrê bikin.”


OMER ÎKE/AMED