Ji YNK´ê Şiwan Dawidî got, PDK berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurdistanê re dibîne, PDK xwe weke xwediyê Kurdan dizane û wisa difikire ku her biryara derbarê Kurdan de be, divê ew bide. ARÎ FEQÎ ANF/KERKÛK Salek di ser dagirkirina Kerkûkê re derbas bû û hîna jî aliyên siyasî yên Kurd û pêkhateyên li herêmê li hev nekirine. Parlamenterê berê yê YNK’ê yê Iraqê, Şiwan Dawidî têkildarî mijarê got, "Niha hemû alî li ser wê gihiştine hev ku nirxandinên cidî li ser mijarê bikin." Nivîskar û Parlementerê berê yê Iraqê, Şiwan Dawidî got, halê hazir niha hemû pêkhate gihişte wê yekê, ku her sê pêkhateyên herêmê li ser rewşa Kerkûkê bicivin û gotûbêjan bikin. Dawidî bal kişand ser hewldanên ji bo gotûbêjan û got, "Niha hemû pêkhate gihiştine wê qenaetê ku gotûbêjên cidî yên kombûna her sê aliyan ji bo berjewendiyên bajarê Kerkûkê ye. YNK weke aliyekî vê yekê, dest bi danûstandinan kiriye. Berî vê bi salekê, çav li rê bû ku weke PDK û YNK bi yek heyetê tevlî civînan bibin, lê PDK'ê xwe neda ber vê û berî hilbijartinan daxwaza walîtiya Kerkûkê kiribû." Hemû pêkhate li ser vê wê bigihêjin encamekê Dawidî îşaret bi lihevkirineke giştî kir û wiha peyivî: "Divê di zûtirîn demê de çareseriyek ji bo rewşa Kerkûkê bê dîtin ku hemû pêkhate li ser vê bigihêjin encamekê. Divê her sê aliyên berpirs di warê rêveberî, aborî û ewlekariyê de cih bigirin da ku aramiya bajar bikarin biparêzin. Ev jî bi kombûna li her aliyan dibe." Tesîra hêzên derve Parlementerê berê Şiwan Dawidî da xuyakirin ku ji bo gotûbêj bi ser bikeve, pêwîst e, tesîra hêzên derve yên li ser Kerkûkê bê tinekirin û wiha pêde çû: "Divê destên Tirkiye û Îranê yên li ser Kerkûkê bê girtin û ji bo çareseriyê jî divê li nav xwe hemû pêkhate li kom bibin û ji bo siberoja Kerkûkê û berjewendiyên hemû pêkhateyên li Kerkûkê kar bikin." Ji bo PDK´ê ya esas berjewendiyên wê ne Dawidî bî bir xist ku PDK berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurdistanê re dibîne, PDK xwe weke xwediyê Kurdan dizane û wisa difikire ku her biryara derbarê Kurdan de be, divê ew bide. Dawidî got, "PDK ji derveyî xwe hesabê ji bo ti aliyên din ên siyasî nake, ji bo wê jî beşdarî ti civîna ji bo Kerkûkê nebûne." Destpêkirina guftûgoyan Herî dawî nivîskar û parlamenterê berê yê ser bi lîsta YNK’ê yê Iraqê Şiwan Dawidî got, "Rêya herî baş û guncaw a çareseriyê ew ku guh bê dayîn welatiyên bajar û lihevkirinek di berjewendiyên gel de be. Ji bo çareseriyê jî bi dîtina min mirov dikare bi du qonaxan dest pê bike. A yekem; destpêkirina guftûgoyan, ya duyem jî pêkanîna hevkarî, lihevkirinên di navbera pêkhateyan de. Niha di halê hazir de ji her tiştî zêdetir pêwîstiya gel bi aramiyê heye."