Lê di encama hin hewldanên siyasî de wiha xuya dike ku dê ev alozî niha zêde nebe û alî bir ya diuyalogê bighên hin biryaran.  Wekî tê zanîn bajarê Kerkûkê ji alî petrolê ve bajarê herî zengîn ê Iraqê ye.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî pêkanîna lijneya bilind a navbera wezareta parastin û pêşmergeyan de radigihîne.
Nivîsîngeha fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Nûrî Malikî  di daxuyaniyekê de bi armanca rêvebirina dosyeya aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê de wê pêkanîna lijneya bilind a navbera wezareta parastinê ya Iraq û wezareta pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê de ragihêne. Li gor wê daxuyaniyê ‘Mekanîzmeya nû ya xebitîna hevpar bi armanca hemahengî û hevkariya ewlekariya hevbeş hatiye danîn.’

Anketa Kerkûkê 

Beşa Erebî ya malpera BBC’yê der barê diyarkirina statûya Kerkûkê de rapirsînek pêk anî. Di encama dengdana vê rapirsînê de derket holê ku ji sedan 94’ê beşdaran dixwazin Kerkûk vebigere ser Herêma Başurê Kurdistanê.
Rapirsîna BBC’yê ji bo dengdanê pirsa ‘Bila Kerkûk bi ser kîderê ve be’ digel du bijardeyan, Bexda û Kurdistana Iraqê (Rêveberiya Başurê Kurdistanê), aresteyî beşdaran kir.
Heya niha 17 hezar û 80 kes tevlî rapirsînê bûne. Ji sedan 94’ê beşdaran dengên xwe ji bo Kerkûk vebigere ser Herêma Kurdistanê dane, tenê ji sedan 94’an xwestine ku Kerkûk bi Bexdayê ve bê girêdan.
Li aliyê din piştî Hêza Dîcle ya bi ser hikûmeta navendî ya Bexdayê hat nav navçeyên dabirî yên Başurê Kurdistanê, nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene kûrtir bûn. Hikûmeta Kurdî ji bo parastina hemwelatiyên van deverên Kurdistanê hejmareke zêde ya Hêzên Pêşmerge vegustin. 

BEXDA




Talebanî: Kurd ji Iraqê cuda nabin

Serokomarê Iraqê ragihandiye ku, çendîn ew kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de dubare dibin jî, red dike ku Kurd ji Iraqê cuda bibin. Di hevdîtinekê li gel bernamya Noqtet Nizam ya kanala asmanî Al-Arabiyê, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî got: "Piraniya Kurdan deng dane destûra ku hikûmeta federal ya niha li Iraqê ku li ser hatiye ava kirin dane. Talebanî Gelê Kurd bi xwesteka xwe rizamendî li ser destûra niha ya Iraqê kiriye, ku piştî rapirsyekê ketiye dengdanê.