Lijneya Yasayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê, bêyî beşdariya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hate hilbijatin.

Parlamena Herêma Kurdistanê doh saet 11’an, bi awayekî awarte civiya.

YNK ji ber lihevnekirina li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî civînê nebû.

Lijneya Yasayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê, di civînê de hate hilbijatin. Lijne ji 11 kesan pêk tê. Lê ji bo YNK’ê cihl du endaman hatiye veqetandin.

Endamên lijneyê yên hilbijartî ev in; Partiya PDK’ê û Sosyalîst 4 endam in û ev jî Selam Ebdula Hesen Reşûl, Xedîce Omer, Erşed Hisên, Bijar Xelîd in. Ji bo YNK’ê du cih hatine veqetandin lê hîna nehatine hilbijartin. Ji Tevgera Gorran Celal Mihemed,ji Tevgera Nifşê Nû Kawa Ebdulqadir, ji Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Rûpak Ehmed, ji pêkhateya Mesihî Rûbîne Melak Ezîz, ji pêkhateya Tirkmen Sara Dilşad Ebubekir Mewlud.

 

ROJNEWS / HEWLÊR