"Ew lampeya li pêş baregehê, berê jî li wir bû, niha jî li wir e..Dibe ku em dîsa jî hevdu bibînin
li bin wê lampeyê, Mîna berê Lîlî Marlen...Mîna berê Lîlî Marlen..."
Strana Lîlî Marlen li Tirkiyeyê û bakurê Kurdstanê bi rêya dengê Ahmet Kaya ku ew jî ji helbesta hozanvanê Tirk Atîlla Ilhan hatibû veguhestin ket nav bîr û hişên mirovan:"Êvar dibe name behsa hesretê dikin...di radyoya Zagrebê de strana Lîlî Marlenê." Ji bo piraniya guhdarên hunermend Kaya, Lilî Marlen weke razekê (sir) bû. Salên dirêj ket navberê lê ev newa û ew nav ji hişê min derneketin. Aliyekî dilê min tim li pey Lîlî Marlenê bû...kî ye Lîlî Marlen. çi ye? Heta hatim Almanyayê jî ev pirsyar bê bersiv man, dû re têgihiştim ku ez jî hatime welatê Lîlî Marlenê. Wisa jî ez giham serpêhatiya Lîlî Marlenê û lehengên wê...
Radoya Belgradê
Di strana Ahmet Kaya de radyoya Zagrebê tê bilêvkirin, lê di rastiyê de radyoya Belgradê ye, Ev radyo li herêmeke berfireh ku di nav de herêma Deryaya Navîn û Afrîka jî heye dikaribû weşanên xwe bigîhîne.
Di sala 1941 an de Almanya Yuguslavya dagir kir. Belgrad di 13 ê Avrêlê de ket destê naziyan û wisa jî radyoya wê jî bû navenda propangandaya desthelatiya Hîtler. Di navbera nûçe û axaftinan de strana Lîlî Marlen ji aliyê Lala Anderson ve dihat xwendin. Stran di tevahiya eniyan de û ji aliyê hemû neteweyan ve dihate guhdarîkirin.
Dû re bi fikara wê ev strana ziravbihîstiyar bibe sedemê şikandina hêza şer a leşkeran, ji aliyê rayedarên almanan ve qedexeya wê tê xwestin. Lê li hember vê biryarê general Erwîn Rommel heye: Rommel di qada şer de gelek serfkeftî ye, wek "Roviyê çolê" tê binavkirin, li dij derdikeve û di encamê de Lîlî Marlen azad dibe.
Di demeke kin de Lîlî Marlen dibe strana şervan û leşkeran, radyoya Belgradê li ser daxwaziya guhdaran serê her 20 deqîqeyê carekê vê stranê diweşîne. Di eniyên hember de jî guhdarên stranê bang dikin:"Leşker...leşker ka dengê radyoyê hindek bilind bike!" Dû re leşkerên înglîz ên ku guhdariya radyoyê dikirin jî stranê dihebînin. Di demeke kurt de stran di nav leşkerên alman û înglîz yên li bakurê Afrîkayê de jî belav bûbû. Herwisa ji bo leşkerên ûris û italî jî guhertoyên stranê hatibûn lêkirin.
Lîlî Marlen û Hans Leip:
(22.09.1893 – 06. Hezîran 1983)
Hans Karl Hermann Gottfried Leip ango bi navê kinkirî Hans Leip ku afirînerê stranê ye li Hamburgê hatiye dinê. Hozanvanekî alman e, wisa jî nivîskarê roman û çîrokan e. Di sala 1915 an de li eniya ûrisetê wek leşker beşdarî şerê yekem ê cîhanê dibe.Di dema leşkeriyê de aşiqê keçeke ciwan a hemşîre bûye, navê wê Marlen e. Lê beriya wê jî bi navê Lîlî bi keçeke din re jî hevaltiya wî çêbûye. Hans Leip wek hozanvanekî dahatûyê ye, ew jî di baregeha leşkerî de li xebatên xwe berdewam dike. Li wir Lîlî û Marlenê dike yek nav û vê helbestê dinivîse.
Di stranê de serpêhatiya leşkerekî ciwan û evîndara wî vedibêje. Lehengên rastîn ê stranê ew û Marlen in. Helbesta ku bi baregeh, çira û derî ve dest pê dike, pir ziravbihîstiyar û bibandor e.
"Hezkirina me bi hêsanî diyar dibû û divêt herkes dîsa bibîne, Me di bin lampeyê de, Wek berê Lili Marlen...wek berê Lili Marlen..."
Norbert Schultze: (26. Chile 1911 Braunschweig - 14. Cotmeh 2002 in Bad Tölz) Duyemîn lehengê stranê ye. Ew jî bestekarekî alman e. Leip û Schultze di sala 1938 an de leqayê hev dibin û li ser besteya Lîlî Marlenê kar dikin. Gava newaya helbestê jî tewa dibe, dor tê gotinê. Wisa jî bi Lale Andersen re tên cem hev.
Lala Andersen: (23. Adar 1905
Lehe - 29 Tebax 1972 Wien)
"...Gavên te yên têkûz, meş a te ya nazenîn, di êvarê de dibiriqe vê gavê, lê dibêm qey te ez ji bîr kirime ji mêj ve...Eger tiştek bê serê min, Wê kî bimîne di bin lampeyê de, bi te re Lîlî Marlen, bi te re Lîlî Marlen..."
Lala Andersen jî bi qasî stranê xwedî serpêhatiyeke balkêş e. Dû re serpêhatiya stranê û ya Andersenê bi navê "çîroka Stranekê" wek roman tê nivîsandin, bi salan jî dibe babeta fîlman û tim di rojevê de dimîne. Andersen di 17 saliya xwe de dizewice û dibe dayîk. Lê di hiş û armancên wê de ji bilî van diyardeyan xwestekên dîtir jî hene. Di 26 saliya xwe de ji mêrê xwe vediqete, diçe Berlîna ku di xeyalên wê de ciyekî girîng digire. Andersen di navbera Berlîn, Zurîh û Munîhê de diçe û tê, di encamê de ji xwe re navdariyekê bi dest dixe. Mixabin ev têra pêkanîna xeyalên wê nake. Di sala 1939 an de plakeke ku hejmara firotinê digihîne milyonan li Almanya belav dibe, navê wê Lîlî Marlen e û ji dengê Lala Andersen e. Herwisa xeyal û mirada Andersen dê bi riya vê stranê pêkbihata...
Andersen dibe armanca naziyan
Stran êdî di tevahiya dinê de bûye strana herî hezkirî ya li ser zimanan, lê Joseph Goebbels gava fêr dibe ku Lala Andersen bi cihuyekî re di nav têkiliyên evînî de ye, demildest stranê, derketina ser dikê û stranbêjiyê jî li Andersen qedexe dike. Andersen tê zindanîkirin, di zindanê de hewla xwe kuştinê dide. Li ser berteka gel qedexeya Andersen radibe û serbest tê berdan. Lê ya Lîli Marlenê berdewam dike. Stran vêcarê bi rêya înglîzan ve di radoyayan de tê belavkirin. Ji aliyê Vera Lyn û Marlene Dietrich ku ew jî ji ber pergala nazî xwe spartiye Amerîkayê ve tê xwendin. Di radyoyan de rojê kêm-zêde 30 caran tê belavkirin, di demeke kin de di lîsteyên muzîkê de li qada herî jorê ciyê xwe digire. Di encamê de Lîlî Marlen li bêtirî 50 zimanan tê wergerandin, ev jî di warê xwe de lûtkeyeke ku gihiştina wê ne hêsan e.
"...û herwisa notirvan bang kir: fîqa nivistinê lê dide, dibêje sê roj cezayê wê heye...Min got; hevrê...vaye dihêm..û min xatir ji te xwest.. Axxx..lê ya rastî min çiqas dixwest ez werim
Bi te re Lili Marlen... Bi te re Lili Marlen."
Ji bo strana Lîlî Marlen gelek gotin hatine bilêvkirin, yek ji wan jî ev e ku dibêjin:" Lîlî Marlen bi kesên ku ew navdar kirine re hê jî dijî û bi hebûna dinê re jî wê her tim bijî."
Herwisa John Steinbeck jî gotiye: Xwezî ji naziyan bi tenê ev berhem bima, wê çiqas baş bûbûya."
"Ji odeyên bêdeng, ji nivînên li erdê, lêvên te yên tijî evîn, wek xewnekê min radike, gava mija sipêdê belav dibe...Ezê li bin lampeyê bim...Her mîna berê Lîli Marlen...Her mîna berê Lîlî Marlen..."
YEKO ARDIL/BERLIN