Weşanxaneya Lîsê ku him ji berhemên bi zimanê biyanî hatine nivisîn werdigerîne Kurmancî him jî berhemên giranbuha ya Soranî, vê carê jî bi sê pirtûkên lekolînî ya Soranî hatine nivîsandin bi wergeriya Kurmancî derket pêşberî Kurmancîxwendeyan. 

Pirtûka yekemîn ‘Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II’ a Kemal Mezher Ehmed e. Lêanînê vê ya Kurmancî ji hêla Ziya Avci ve hatiye kirin û çapa wê ya yekem di sala 1991’ê de li Stockholmê hatiye weşandin, bi çapeke nû û sererastkirî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve tê weşandin.
Lêkolîner û dîroknasê Kurd Kemal Mezher, gelek milên veşartî û nenas ên dîroka gelê Kurd a ji mêj ve û heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dinivîse. Mijarên pirtûkê yên cûr bi cûr, ji rola Kurdan a di şaristanîtiyê de dest pê dike û digihêje beşdariya Kurdên Başûrê Kurdistanê di Şoreşa Bîstan û Serîhildana Sala 1948’an a Iraqê de. 


Kemal Mezher agahiyine berfireh der barê gelê Kurd de dide. Berhemên rojhilatnasê Sovyetê Gordlevskî, Şerefname li ba Kurdnasên Sovyetê, Serîhildana Mezin a sala 1925’an a Bakurê Kurdistanê, behsa Kurdan a di Neteweyên Yekbûyî de, yekem çapxaneya Kurdî ya li Silêmaniyê, Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî ya li dijî Îngilîzan, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê li jêr siya dagirkeriya Îngilistanê, Pirtûkxaneya Matenadaranê û gelek milên din ên dîroka me ya jibîrbûyî vedikole û dinirxîne.



Bi awayekî mayînde dixe hişê xwîneran

Der barê Serîhildana Şêx Seîd (1925) de, nivîskar nêrînên rojhilatnasên Sovyetê yên şaş ên lekekirî bi propagandaya Kemalîstên Tirkiyeyê radixe ber çavan û di behsa Rojnameya Kurdistanê de, ew gelek daneyên girîng û baldar ên der barê rojnameya yekem a Kurdî de pêşkêş dike.
Cilda Duyem jî ji Şerê Şueybiyeyê dest pê dike û mijarên dewlemend û dirêj heta Serîhildana Araratê pê de tê. Bi belge û delîl carinan henek û yariyên mirov dikenînin, carinan trajediyên mirov digirînin. Dîroka Kurdan bi awayekî mayînde dixe hişê xwîneran. Der barê çar parçeyên Kurdistanê de name, belge û berhem bi çavekî balkêş rêz dike, vedikole û dinirxîne. Di dawiya Cilda Duyem de beşekî girîng ji Dîroka Wêjeya Kurdî re jî veqetandiye û çêjeke cuda daye berhemê.


Pirtûka Ferhad Pîrbal û Qasimlo

Pirtûka duyem ‘Evdirehîm Rehmî Hekarî (Nûjenkirina Helbesta Kurdî û Avakirina Şanonameyê Di Edebiyata Kurdî De)” ya Ferhad Pîrbal e. Romannus û lêkolîner Ferhad Pîrbal di vê berhema xwe de bere xwe daye, helbestkar, şanonamenûs û pexşanûsê pirhêl Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958). 

Pirtûka sêyem jî ‘Kurdistan û Kurd - Lêkolîneke Siyasî û Aborî’ ya Ebdulrehman Qasimlo. Qasimlo ji xencî kesayatiya xwe ya siyasî entellektûel û rewşenbîrekî zîrek bû. Di pirtûka xwe de Qasimlo rewşa siyasî ya Kurdistanê bi awayekî zanistî û metodîk radixwe ber çavên xwendavanan.


 AMED