NÎHAL BAYRAM / MAINZ

Li paytexta Rheinland-Pfalzê Mainzê, 27´ê Cotmehê hilbijartinên şaredariya bajarê mezin hene. Di heman demê de meclîsa biyaniyan jî tê hilbijartin.

Ji bo şaredariya bajarê mezin çar namzet hene ku wê li ber hev bidin. Şaredarê heta niha, Michael Ebling dîsa namzetê SPD´ê ye. Namzeta Partiya Keskan Tabea Rößner jî reqîba herî mezin a Ebling e; Tabea Rößner bi dostaniya xwe ya Kurdan jî tê nasîn. Namzetê Partiya Çep Martin Malcherek e. Ew nexasim weke dostê Kurdan û çepgiran tê dîtin. Namzetê serbixwe Nino Haase jî bi desteka CDU, Freie Wähler (hilbijêrên azad) û ÖDP (partiya Demokratîk a Ekolojiyê) dikeve hilbijartinê.

Meclîsa Koçberî û întegrasyonê

Heman rojê ji bo biyaniyên bajêr hilbijartineke din jî heye. Ew ê Meclîsa koçberî û Întegrasyonê hilbijrêrin. Berê ji vê meclîsê re digotin, meclîsa biyaniyan. Ew jî ser bi şaredariya Mainzê ye.

Îsal Lîsteya Kurd bi îdîa ye, û hilbijêr jî wê diecibînin. Navên di lîsteyê de ciwan, dînamîk û biryardar in. Di lîsteyê de 7 namzetên jin û 2´yên mêr hene.

Pêr êvarê ji bo danasîna namzetan li hola Frankfurter Hof çalakiya danasînê hebû.

Di nava lîsteyên namzetan de ya Kurdan gelekî hat ecibandin û bi dînamîkbûn, ciwan bûn û cih dana jinan jî pesnê lîsteyê hat dayîn.