Ev pisîka hanê, darî ye. Beriya bi bêhtirî 30 hezar salan (teqrîben 1550 ta 1070 beriya mîladê) ji darê hatiye verotin. Lîstokeke pişûk e û tenê 11,7 santîman dirêj e. Ji bo çavên wê krîstalên kevirî hatine bi kar anîn û diran bi xwe ji bronzê ne. Çena wê dikare were lebitandin. Benek ku di kuneke jora serî ve hatî vekirin, çenê ji hundir ve digire.

Bi her halî em dizanin ku ku beriya mîladê bi 4 hezar salan pisîk hatine kedîkirin û di dawiya hezarasala yekem beriya mîladê de jî êdî ji bo kulta xwedawenda kitikan Bastetê gelek peyker û resmên wan hatine çêkirin li Misira kevin. Ev pisîka lîstok a di wêne de jî ji Misira kevin e û li devera Thebes (Teb jî tê gotin) hatiye dîtin. Ev obje niha li Londonê li British Museumê tê pêşandan. 


LONDON