Bê ku pêwistiyeke zerûrî hebe PDK bi biryareke balkêş hêzeke leşkerî şand bo Zînî-Wertê. Ji bo çi? Çi guherî? Armanc çiye? Bêguman di van rojan de gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Armancên veşartî yên vî pîlanî hene! Hinek ji wan hatin deşîfrekirin. Gelê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî vê helwesta PDK da. Li şûna ku desthilata Başûrê Kurdistanê û serokê herema kurdistanê guhê xwe bide rexneyên gel û rê li pêş dagirkeriyê bigirin careke din gef li Tevgera Azadiya Kurdistanê xwarin. Dema mirov guhê xwe bide qiseyên serokê herêmê mirov bi hêsanî dibîne ku hêzşandina Zînî-Wertê pîlanên dewleta dagirker ya tirkiyê ye. Diyar e ku birêz Neçîrvan Barzanî Kurdistanê weke milkê xwe û gelê kurdistanê jî weke xulamên xwe dibîne. Dema ku pêwendiyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re pêş dixînin û nerazîbûnên gel li hember wan zêde dibin dibêjin “bila PKK ji Kurdistana Başûr derkeve biçe Bakur şerê xwe bike!” Ev ziman zimanê dagirkeran e. Dagirkerên tirk, dibêjin Welatekî bi navê Kurdistan tuneye, “yên bahsa Kurdistan dikin bila biçin bakurê Iraqê.” Partiya nijadperest a tirk MHP jî li tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji bo şoreşgeran û miletê kurd dibêje: “yan hez bikin yan terk bikin.” Dema ku rexne li ser rêveberiya Başûr bi taybet li ser PDK çêdibin heman helwest derdikevin pêş. Dibêjin “bila PKK ji Başûr derkeve.” Bêguman ev ne rewşeke normal e. Bi van gotinan diyar dibe ku aqliyeta Birêz Neçîrvan Barzanî Kurdistanê weke milkê xwe, gelê kurd jî weke xizmetkarên xwe dibîne. Di dilê her Kurdekî de Kurdistan yek e. Em van sînorên ku dagirkeran ji bo me danîne qebûl nakin. Bi salane em li dijî vî aqliyetê têkoşîn dimeşînin. Di gotinên Neçîrvan Barzanî de diyar dibe ku dijminên me tenê welatê me parçe nekirine, mêjiyê me jî parçe parçe kiriye. Heta em vî aqliyeta dagirkeriyê red nekin nikarin setkeftinê bi dest bixin. Pêwîst dike ku em lîstokên dagirkeriyê pûç bikin. Dagirkerên Kurdistanê di nav rewşekî pir xirab de ne, aboriya wan li ber têkçûnê ye siyaseta wan parçe bûye, hêza wan lawaz bûye. Ne dewleta Tirk, ne Îran, ne Iraq, ne jî Surî, ne di hêza xwe ya berî niha ya panzdeh bîst sal berê de ne. Her çar dewlet di nava qeyraneke mezin de ne. Emrê xwe temam kirine û li ber hilweşandinê ne. Li Rojhilata Navîn hêza herî li ser xwe, zindî, şoreşger, û li pêşketinê vekirî kurd in. Lazim e ku em vê rastiyê baş bibînin. Heger em wekî miletê Kurd derfetên ku li pêş me ne baş bikar neynin dîrok wê me efû neke. Rabirdûya me li ber çavan e, her kurdekî welatparêz pir baş dizane ku berî niha sedsal çima me wenda kir! Çima..? Ji ber ku em nebûn yek, zanîn û hêza me wek niha tinebû. Lê îro her tişt li ber çavaye, tecrûbeyeke me ya bi êş, lê tijî bi ders heye. Kurd ne kurdên berê ne. Hest û helwesta netewî pir li pêş e. Dema xeterî li ser Rojava çêdibe hemû gelê Başûr, Bakur, Rojhilat radibe ser piyan. Bi heman şêweyî ji bo Başûr jî heman helwest çêdibin, ji bo Rojhilat û Bakur jî..! Bi sedhezaran keç û xortên qehreman di sengerên şer de ji bo azadiya welat û gelê xwe amadene şer bikin. Ji bo xatirê her şehîdekî Kurdistanê em hêza xwe helwesta xwe bikin yek û bi ser dijminên dagirker de biçin. Teqez em ê bi serbikevin. Kurdistan ne milkê bavê kesekî ye. Em hemû Kurdistanî ne, mafê her Kurdekî azad heye ku li hemû şûnên Kurdistanê bi şêweyekî azad bigerin, bi cîh bibin, jiyan bikin û têkoşînê bikin. Di şoreşên çar parçeyên Kurdistanê de şehîdên qehreman ji bo desthilatdariya hinek kesên diyarkirî canê xwe yên pak feda nekirin! Li Kerkûk, Germiyan, Hewlêr, Silêmanî, li Amed, Dersim, Agirî, li Mahabad, Sinê, Ûrmiyê, li Qamişlo Kobanî, Efrînê bi hezaran şehîd ji bo dagirkeriyê ji ser xaka xwe bavêjin şer kirin şehîd bûn. Îro li ser navê wan şehîdan tu kes nikare zimandirêjî li hember şoreşgerên Kurdistanê bike.