Hunermend Cîhan Çelik ê ji Koçgiriyê di nava gelek stranên xwe yên gelêrî yên wî berhevkirî û gotî de yên zarokan jî bi cih kirine. Ji ber ku nexasim jî wêjeya zarokan û wêjeya ji bo zarokan a bi Kurdî bi tehlûkeyeke mezin a nemanê re rûbirû ye. Ev karê Çelîk hem ji bo zarokan pirr pîroz e û hem jî li dijî siyaseta asîmîlasyonê awayekî berxwedanê ye. Bi rasthatina cejna zimanê Kurdî jî Stêrîn Guladawiya ya 4 salî, ku bi xwe aşiqê strana "psîngo" ye, çend pirs ji hunermendî kirin. Ji bo hûn zanibin, Cîhan Çelîk jî vê strana Elî Baran dibêje. Em ne lê zêde dikin û ne jî jê kêm dikin. Bila Cîhan Çelîk bersiva pirsên Stêrînê bide.

 

Çima te strana "lo psîngo" çêkir?

Strana psîngê! Ez ji psîngan gelekî hez dikim. Ew psînga hanê jî strana Elî Baran bû. Min jî rahiştiyê û wisa xweşkokî got. Ma tu pê qaîl bûyî? Kilama min xweş e?

 

Erê, xweş e.

Lo psîngo zik li bero, lo psîngo çav li dero, cinger li ku derê, psîngê me li wê derê. Wa bû?

 

Erê. Lê te çima ji bo zarokan stran çêkirin?

Çima... Loma ez ji zarokan hez dikim. Ez hez dikim ji wan re kilaman bibêjim. Heger ew gir bibim, kilamên min wê ji bîra wan neyên der. Meriv bi qiçikê fêrî çi bibe, ew ji bîra wan nayê der. Weke Mirişkê: Çû, çû mirîşka zer e; dizo berde bila mirîşk were…

 

Li gundê te ji zarokan re kê stran û kilam digotin?

Li gundê me Kondilanê dema ez zarok bûm kalikek û pîrikek hebûn pirr kilam ji zarokan re digotin. Wexta ez qiçik bûm ji min re jî digotin. Kilama mirîşkê hebû, kilama dizo, û kilama qirikê jî hebû.

 

Kilama qirikê? Tu dikarî kilama qirikê ji min re bibêjî?

Belê çawa! Sibe de, gilîcikek derketî meydanê qirikê, qirikê; yekî per belek î, tu qirikê; derketî dîwana Siltan Silêmên, got sefîl bilbil tu jî cim bike; Herê min got, bilbilo, feqîro, sêwiyo, bêxwediyo! 

Kilama bilbilo jî heye, li ser hemû mexlûqatan jî heye.

 

Mala te ava!

Wey xwedê! Mala te jî ava!

 

Cîhan Çelîk ê Kondilanê

Ew 23´yê Îlona 1979’an li gundê herêma Koçgiriyê Kondilanê (ser bi Îmranliya Sêwazê) hatiye dinê. Li xaniyê gund, hîna jî tê bîra wî ku dapîra wî berê xwe dida rojî her sibeh û digot: "Ya Xizirê ser kelek û gemiyan, xwedanê be kes û bê xwediyan. Ha li vê malê kalê wî jî jê re çîrok digotin, wkî din li vî gundê Koçgiriyê dengê şîniyan, tenbûrê û kilaman bi hev re kerika guhê wî ji xwe re kirine war. Piştre jî koçberî Stenbolê bûye. Tevî ku xwendekarê arkeolojiyê ye jî, ew xwe fêrî bilûr, baxleme û tenbûrê dike. Sala 2002´yan bi navê "Daglar" albûma wî ya pêşî derdikeve, sala 2005´an albûma wî "dost perîşan", sala 2007´an albûma wî "Koçgiri", sala 2009´an albûma wî ya "pepûk" û sala 2014´an jî "sergerde" derket.

 

STÊRÎN GULADAWIYA/FRANKFURT