LoDublaj: Çakêtê muxtar bû merqê bi rastî :). Hecî Cemil û Hecî Fixredîn êdî di dolmîşên di navbera Batman û Midyadê de mijara civatan in. Her gotina di wan vîdeoyan de, li ser medyaya civakî tê bikaranîn: “Çima çima çima!”, “Li qisûrê nenêre min gotina te birrî”, “Qet nebê wê heneka genî bi min neke”.

LUQMANGULDIVÊ / NAVENDANÛÇEYAN

Ev çendek e ku li ser twitter û instagramê bi navê LoDublajê hesabek metnên nû li ser filmên naskirî dublaj dike û mîzahê bi Kurdî dike. Jixwe şîara wê jî “Em diwazin ji filmên kevin çîrokên nû derxin” e. Di nava demeke kurt de li ser twitterê qederê 10 hezar kesî û li ser instagramê jî qederê 24 hezar kesan hesabê wan dişopînin. Hin vîdeoyên wan ên mîna Çakêtê Muxtarê Ernasê û ya gazinên Hecî Fixredîn ji ber şofêr mehelî, veguherîn fenomenekê li nav kurdîaxêv û nivîsên medya civakî. Axir me xwe gihand kesên li pişta amadekirina van vîdeoyan, lê wan navê xwe eşkere nekir û tenê nivîskî bersiva pirsên me da. Ew ji şopînerên xwe jî razî ne û wiha pesnê wan didin, “Şopînerên me her tiştî naecibînin. Hem ji mîzahê hem ji sînemayê û hem jî ji dublajê fêm dikin. Yekser kemasiyan dibêjin, qebûl nakin.” Ev jî karê wan ne hêsan lê zehmet dike. Axir heger hûn meraq dikin me çi pirsî û LoDublajê çi bersiv da kerem kin, bixwînin. Jixwe hûn nexwînin jî li twitter (@LoDublaj) û li ser instagramê (lodublaj) xwe ji karê wan nehêlin. Li ser Instagramê hûn dikarin saetekê bê navber li mîzaha Kurdî temaşe bikin.

Gelo bi LoDublajê we (weke kom) xwest çi bikin, hûn ji destpêkê razî ne?

LoDublaj, di nav mehek û nîvê de rastî elaqeyeke mezin hat. Ji xeynî temaşêkirina li ser profilên me yên medyaya civakî, gelek kes vîdeoyan dadixînin û ji hev re dişînin. Herçî henek û espriyên me ne, li nav xelkê tên kirin. Û li ser twitter û instagramê jî di demeke kurt de gelek kes êdî LoDublajê (li ser twitterê doh 9 hezar û 417 û li ser instagramê jî 23 hezar û 900) dişopînin. Xwedê dizane, destpekêke ji ve baştir nedibû.

Gava mirov berê xwe dide dublaja heta niha kirî, mirov dibîne ku ev ne karê pêşî yê dublajê ye ku hûn dikin; gelo endamên we berê di vî karî de xwedî tecrûbe bûn?

Rast e, rast e. Hemû hevalên me yên ku deng didin vîdeoyên LoDublajê hem listîkvan in, yanî aktor û aktrîst in, hem jî dublajvan in.

Ji dîmen, replîk û wekî din ên navdar ên tên nasîn re nivîsandina metnên nû, karekî ewqasî jî besît nîne. Gelo ev karê şexsekî ye yan kolektîf e li cem we?

Xwezî bi kollektifî ev xebat hatiba kirin! Em bawer dikin ku wê wisa baştir bûya. Lê mixabin her hevalek li bajerekî yan jî welatekî din dimîne. Kar dikin, dixwînin. Axir, hatina cem hev yan jî ji bo nîqaşê civiyan zehmet e. Ji cihên xwe, ji cihên li wan dimînin, bi telefonê dengê xwe qeyd dikin û dişînin. Tekst û hilbijartina sehneyan jî ji alîye kesekî vê te kirin.

Li gorî reaksiyonên li ser înternetê, metnên we yên herî serketî Şofêr Mehelî û Klîba Ciwan (Çakêtê Muxtarê Ernasê) e. Li gorî reaksiyonan hûn metnên xwe û dublajan çawa dinirxînin?

Çakêtê muxtar bû merqê bi rastî :) bi sedan fotoyên çakêtan hatin ji me re. Dibejin “ma ev e ew çakêt?” :)) Hecî Cemil û Hecî Fixredîn êdî di dolmîşên di navbera Batman û Midyadê de mijara civatan in. Her gotina di wan vîdeoyan de, li ser medyaya civakî tê bikaranîn. “Çima çima çima!”, “Li qisûrê nenêre min gotina te birrî”, “Qet nebê wê heneka genî bi min neke”, hema bejê hemu gotinên vîdeoyan. Em pirr kêfxweş in. Ji aliye nirxandina tekst û vîdeoyan jî, ya rastî serê pêşî em gelekî rehet bûn, lê niha zehmet e. Şopînerên me her tiştî naecibînin û şopînerên LoDublajê jî ne wek yên xelkê ne:) zane ne. Hem ji mîzahê hem ji sînemayê û hem jî ji dublajê fêm dikin. Yekser kemasiyan dibêjin, qebûl nakin. Ji bo wê, em pirr li ser hûr dibin. Ev me bi peş ve jî dibe. Her vîdeoyek êdî baştir derdikeve.

Gelo derdora hûn digihîjinê çiqasî berfireh e; em li ser twîtterê û medyayên din dikarin bibînin çend kes we dişopînin, lê mesela vîdyoyên we çiqasî tên temaşekirin, ti statîstîk li ber destê we heye?

Bersivandina vê pirsê zehmet e, ji ber ku vîdeo ne tene ji profîla me tên belavkirin. Me xwest vê yekê asteng bikin, lê me nekarî. Wexta em vîdeoyê parve dikin, bi sedan kes ji profilên me vîdeoyan dadixînin û gelek kes logoya me jî jê dibin, wekî wan çêkiribe, parve dikin. Hin kes ji bo em werin nasîn û ji bo qencîya me jî vîdeoyan parve dikin. Li vîdeoyan pirr tê temaşekirin, ew her wiha tên belavkirin jî. Lê em kêmtir ji elaqeyan ji vîdeoyên me re, tên nasîn. :)

Gava mirov berê xwe didiyê, nexasim jî meseleyên ji Torê, rê li ber metnên serketî vekiriye; lê gelo ev li pêşiya berfirehbûnê nabe asteng?

Ev meseleya torîbûnê gelekî tê pêşberî me. Hin dibêjin, çima hûn ewqasî behsa Torîyan dikin. Hin jî dibêjîn dewam bikin:)). Me çima behsa Torîyan kir? Meriv herî baş derdora xwe dinase. Û di destpêkê de her kesî behsa wan meseleyan dike ku herî baş nas dike, bi wan dizane. Xweş bûn, her kesî ew vîdeo ecibandin. Lê helbet, ev wisa nabê:). Sibe du sibe, rojên li pêşiya me, di LoDublajê de wê kêmtir behsa Toriyan bê kirin.

Jixwe herçî devok e, di dublajeke xwe de we nuqteya dawî danî; çima metna wê we nivîsî, dublaj kir û weşand?

Meseleya devok û peyvan ji aliyê kêm zaneyan ve tê îstîsmarkirin... :) Vîdeoya “Devokan” li ser vê bû. Rastiya Kurdiyê ev e. Ji gelek zarava û devokan pêk tê Kurdî. Teybetiya vî zimanî ev e. Û ev devok û zarava jî yek ji ya din ne rastir û ne mezintir e. Ev tişta tê kirin, yanî gotina “ev heye, ev tineye, ev dibe, ev nabe” hinekî jî bi xwestina standartkirina zimên tên kirin. Lê, li gorî me, xebat divê li gorî taybetiyen Kurdî bên kirin.

Gelo em dikarin li bendê bin ku karên zêdetir û belkî metnên dirêjtir di 2019´an de me bikenînin, yan jî ne tenê bikenînin bidin hizirandin?

Di 2019´an de, belê em ê çêkirina vîdeoyan bidomînin. Lê mixabin, dirêjtir nabe, ji bo ku em van vîdeoyan ji bo instagramê çedikin. Herî zedê 1 deqqe dibin. Lê em car caran helbestên hin helbestvanên bi qîmet yê Kurd dikin vîdeo û li ser youtube parvedikin ew direjtir dibin helbet.

Li ser înternetê hin klîbên kurt ên mîzahî yên herêmî hene, gelo di nivîsandina metnên xwe de hûn ji wan jî sûdê werdigirin, yan hûn tercîh dikin bi metn û dublajên xwe xwerû LoDublaj bin?

Belê li ser internetê xebatên wisa heremî pirr in. Hin ji wan bi rastî pirr komîk in. Gelek kes peşnîyazan ji me re dişînin. Hin kes vîdeoyên bi xwe çekirine, ji me re dişînin û dibêjin, parve bikin. Em vê naxwazin. Em dixwazin LoDublaj profîleke orjînal û afirîner be. Û tenê vîdeoyên bi xwe çêkirine, parve bike.

Di mîzaha Kurdî de gelo hûn bêriya tiştekî dikin (çavên min bi xwe hîna li Pîneyê ne)?

Jixwe, ku Pîne piştî ewqas sal hê jî ne hatibe jibîrkirin, îsbat dike ku xebateke gelekî bi qîmet bû. Em bawer dikin, gelek kes bêrîya xebatên wisa dikin. Înşela bi wî reng û disiplînê xebatên din derkevin.